Blinken: Dibe Ku Amerîka Alîkariyên Leşkerî Yên Nû Ji Îsraîlê Re Ragihîne

Wezîrê derve yê Amerîka Anthony Blinken

Wezîrê derve yê Amerîka Anthony Blinken dibêje, Amerîka, hevalbendê herî nêzîk ê Îsraîlê û mezintirîn hinardekarê çekan, dibe ku roja Yekşemê piştî êrîşa Hamasê ya li dijî wî welatî alîkarîyên leşkerî yên nû ragihîne.

Blinken ji CNN re got: "Em li ser hin daxwazên din ên taybetî yên Îsraîlî gotûbêj dikin. Ez bawerim ku hûn ê îro paşê bêtir hûrguliyan bibihîzin."

"Fermana serok Joe Biden ew e ku em piştrast bikin em di vê demê de ji bo êrîşên Hamasê her tiştê ku pêwîst e pêşkêşî Îsraîlê bikin," wî got.

Ofîsa ragihandinê ya hikûmeta Îsraîlî ragihand ku di êrîşên Hemasê de zêdetirî 600 kes hatine kuştin, karbidestên Xezayê jî ragihand ku herî kêm 370 kes hatine kuştin û bi hezaran kes ji herdu aliyan birîndar bûne.

Blinken got: "Raportên ku dibêjin çend welatiyên Amerîkî hatine kuştin gihîştine me. Em hewl didin wan raportan piştrast bikin. Di heman demê de raport hene ku Amerîkî winda ne. Dîsa em hewl didin wan raportan piştrast bikin."

Blinken ji ABC re got: "Ev êrîşeke terorîstî ya mezin e ku tê de sivîlên Îsraîlî li bajarên xwe têne kuştin, di malên xwe de têne kuştin, û wekî me dît, mirov li ser sînorê Xezayê têne kaşkirin."

"Ji ber vê yekê hûn dikarin bandora vê yekê li ser tevahiya Îsraîlê bidin ber çavan. Divê cîhan li dijî tiştên ku dîtiye rabe."

Çavkanî: AFP