Îro Şemiyê piştî nîvro Serokkê Amerîka Joe Biden, di tomareke Videoyê de êrîşa Hemasê ya li dij Îsraîlê şermezar kir ku Koşka Spî bi şêweke zindî weşand.
Biden got "Îro gelê Îsraîlê rastî êrîşa rêxistina terorîstî ya Hemsaê hat."
Biden got, di van bistikên trajîdî de emê li kêleka Îsraîlê rawestîn, emê qet pêngavan paş de neavîjin.
Biden herwiha got, dîmenên ku hatin dîtin Îsraîl dibe armnca hezaran mûşekan, ne tenê leşker, heta sivîlên Îsraîlê bûne qurban, welatiyên bê tawan hatine kuşûtin û birîndar kirin.
Biden da zanîn ku piştî êrîşê, ew ligel Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu axiftîye û jê re gotiye ku Amerîka li hember êrîşên terorîstî li pişt gelê Îsraîlê radiweste. Îsraîlê ew maf heye ku xwe biparêze û berevaniyê ji xwe bike.
serokê Amerîka Joe Biden di axiftina xwe de got ku ew bi Şahê Urdonê re jî axiftîye, bi endamên Kongresê, bi tîma Ewlekariya Netewî re, wî daye zanîn ku hevkarî di her warî de bi Îsraîlê re bihê kirin û her hewcedariyeke pêwîst ya Îsraîlê bicih bibe.
Biden da zanîn ku wî ferman daye tîma xwe ku derbarê bûyerê bi Misr, Tirkiye, Qeter, Erebistana Saûdî, Îmarat û welatên din, herwiha welatên Yekîtiya Ewrûpa û Desthilata Fêlistînê re bikevin di naca têkiliyan de.
Ji hejî bîrxistinê ye ku, Qesra Spî îro Şemiyê got ku ew "bi awayekî eşkere" êrîşên Hamasê şermezar dikin.
Peyvdara Civata Ewlekariya Netewî Adrienne Watson got: "Em bi hêz ligel hikûmet û gelê Îsraîlê ne û ji bo wan kesên ku di van êrîşan de jiyana xwe ji dest dane re sersaxiyê dixwazin."
"Amerîka êrîşên terorîstên Hamasê yên li dijî sivîlên Îsraîlî bi tundî şermezar dike," wê got. "Tu carî behane ji bo terorê tune ne."
Watson got ku Jake Sullivan, Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî, bi hevtayê xwe yê îsraîlî Tzachi Hanegbi re axiviye, wê got ku "Amerîka û Îsraîl dê di têkiliyek xurt de bimînin."
Li aliyek din îro Şemiyê, piştî êrîşa Hemasê ya ser Îsraîlê. Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Lloyd Austin bi hevtayê xwe yê Îsraîlî Yoav Gallant re bi rêya telefonê axivîye.
Austin, pêbendbûna Pentagonê bi ewlekariya Îsraîlê û mafê wê yê rewa ji bo parastina ewlekariya xwe piştrast kir.
Di daxuyaniya Pentagonê de wiha hat gotin: "Wezîr Austin vê sibê bi Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant re axivî û sersaxî ji qurbaniyên vê êrîşa terorîstî ya hovane ya ku Hamasê pêkanî re xwest."
Jêder: white House