Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nûnera Îsraîl Li Tirkiyê: Gotûbêjkirina Navbeynkariyê Bi Hemasê Re Hîn Pir Zû Ye


Balyoza Îsraîl li Tirkiyê Irit Lillian
Balyoza Îsraîl li Tirkiyê Irit Lillian

Balyoza Îsraîlî li Tirkiyê Irit Lillian roja Yekşemê got ku hîn zû ye ew behsa pêşniyarên navbeynkariyê di navbera Îsraîl û grûpa îslamî ya Hamasê de bikin, û got ku ev êrîş nîşan didin ku nabe Hamas li Tirkiyê û cîhekî din hebe.

Roja Şemiyê, Hamasê êrîşek li dijî Îsraîlê pêk anî, ji bo vê yekê Îsraîlê soza "tolhildana bi hêz" da. Bi sedan Filistînî û Îsraîlî hatin kuştin.

Di axaftineke online de bi rojnamevanan re piştî ku Tirkiyê got ew bi hemû aliyan re di têkiliyê de ye û amade ye girjiyan kêm bike, Lillian got pêşîniya Îsraîlê bersiva wê ya li hember êrişê ye.

Wê got: "Navbeynkarî di demeke cuda de tê. Niha mixabin em kuştiyan dihejmêrin, em hewl didin birîndaran derman bikin, em hîn nizanin hejmara welatiyên hatine revandin çend e."

"Em dixwazin bibînin ku hemû kesên hatine revandin vegerin malên xwe û em dixwazin aramî vegere Îsraîl û herêmê," wê got. "Piştî wê, em dikarin li ser navbeynkariyê biaxivin û kî dê di vê navbeynkariyê de bibin lîstikvan."

Pevçûn di demekê de tê ku Tirkiyê, ku berê piştgirî da Filistîniyan, mêvandariya endamên Hamasê kir, û piştgirî da çareseriya du dewletan, û ji bo sererastkirina têkiliyên bi Îsraîl re piştî dijminatiya bi salan, dixebite.

Enqere Hamasê wek rêxistineke terorîst nabîne.

Hebûna Hemasê li Tirkiyê

Li ser pirseke derbarê hebûna endamên Hamasê li Tirkiyê, Lillian got ku endamekî payebilind ê grûpa îslamî, Salih el-Arûrî, carinan di bûyerên li Tirkiyê de tê dîtin, û got ku divê ew ji ber sûcên li dijî mirovahiyê were dadgehkirin.

"Ez bawer im ku tenê xala me xurt dike ew e ku Hamas ne li Tirkiyê û ne jî li cîhekî din ê cîhanê ne xwediyê ofîs û karekî be." "Cihekî terorîstan tune ku ji tu welatekî cîhanê rêvebibin an fermanê bidin kiryarên xwe."

Wezareta derve ya Tirkiyê yekser bersiv nedaye daxwaza şîrovekirina hebûna rayedarên Hamasê li Tirkiyê.

Roja Yekşemê, Serokê Parlemana Tirkiyê Numan Kurtulmuş, dema ku bangewaziya berê ya Enqerê ya ji bo ragirtinê dubare kir, got ku Filistîniyan demek dirêj e rastî nedadmendiyê bûne, bi taybetî li dor mizgefta El-Eqsa ya Qudsê ku wî wekî "xeta sor" bi nav kir.

Lillian got ku Îsraîl ji Tirkiyê hêvî dikir ku hevsoziyeke zêdetir hebe, welatekî ku bi dehsalan ji êrîşên mîlîtanan zirar dîtiye.

"Ez dibêjim ku têkiliyên Îsraîl û Tirkiyê yên ku pêvajoyeke germbûnê dan destpêkirin, divê ji êrîşa duh û şerê ku li dijî terorê tê meşandin bandor nebe."

Wê her wiha got, balyozxaneya Îsraîlî bi rayedarên Tirkiyê re, derbarê gefxwarin û bangewaziyên xwepêşandan û tundûtûjiyê, di têkiliyê de ye.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG