Bizavkar: 14 Kesên Sivîl li Sûrîyê Hatin Kuştin

Bizavkar: 14 Kesên Sivîl li Sûrîyê Hatin Kuştin

Bizavkarên mafên mirovan dibêjin, bi kêmî 14 kesên sivîl ji layê hêzên hikûmeta Sûrî ve hatin kuştin.

Operasyoneka nû ya leşkerê Sûrî roja Yekşembî li naverasta welatî destpê kir û roja Duşembî jî her berdewam bû.

Bizavkar dibêjin, hêzên hikûmeta Sûrî bi piştevanîya tankan roja Duşembî sê kesên sivîl li bajerokê Tablîseh kuştin. Li bajarê Himusê, termên du kesan hatin vedîtin.

Li gor komelên mafên mirovan, roja Yekşembî neh kes li Tablîseh, Rastan û bajerokên din li naverasta welatî hatin kuştin.

Medyaya fermîya Sûrî ragihand ku çar serbazên Sûrî roja Yekşembî ji layê “teroristan” ve hatin kuştin û 14 serbazên din birîndar bûn.