Bi Hezaran Kes Beşdarî Merasîma Qûrbanîyên Sûrî Dikin

  • -

Di wêneyeke ku ji YouTube hatiye girtin nîşan dide ku xwenîşanderên dijî rejîmê, li bajarê Kafr Nabl xwepêşandanê dikin. Hezîran, 3, 2011

Bi hezaran kes roja Şemîyê derketin kolanan, jibo merasîma xwepêşandarên ku ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve hatine kuştin.

Rêxistinên mafê mirovan li Sûrîyê dibêjin, di xwepêşandanên roja Înîyê de, bi kêmî ve 63 kes hatine kuştin.

Bizavkarên mafê mirovan dibêjin, piranîya bûyerên kuştinê, li bajarê Hama ya 300 km bakurê Şamê qewimîne.

Dîdevan dibêjin, hêzên ewlekarîyê jibo ji hev belavkirina deh hezaran xwenîşanderan, guleyên rastîn bikar anîn ku ku piştî nimêja Înîyê derketibûn kolanên bajarê Hama’yê.

Xwepêşandanên dijî hikûmetê, li paytaxt Şam jî nav de, li seranser Sûrîyê hatibûn kirin, piştî ku grubên opozîsyonê banga şermezarkirina kuştina zarokên kirîbûn.

Bizavkarên mafê mirovan dibêjin, bi kêmî ve 25 zarok di tundî û tûjîyan de, ji alîyê hêzên hikûmetê ve hatine kuştin. Di nav qûrbanîyan de zaroyekî 13 salî, Hamza El Katîb jî hebû ku bizavkar dibêjin ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve hatiye êşkence kirin û kuştin.

Karbidestên Sûrî dibêjin, wan nekuştiye lê grubên çekdar yên nedîyar ew zarok kuştîye.

Rêxistinên mafê mirovan dibêjin, ji destpêbûna xwepêşandanan vir ve, bêtirî 1000 kes ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve hatine kuştin.

Beravanên mafê her wiha mirovan dibêjin, zêdeyî 10.000 kesên din jî, bi lêdan û êşkenceyê hatine binçav kirin.