Serok Obama Beşdarîya Hemî Merasîmên 11'ê Îlonê Dike

Serokê Amerîka Barack Obama û Xanima Yekê Michelle Obama li Goristana Netewî ya Arlingtonê, qûrbanîyên êrîşên 11’ê Îlonê bîr tînin.

Serokê Amerîka Barack Obama û Xanima Yekê Michelle Obama wê beşdarî li hemî merasîmên bîranînê yên îro Yekşemê bikin, ku li sê cîhên êrîşên 11’ê Îlonê têne kirin.

Barack û Michelle Obama dê herine New York ku pişikdarî li salvegera 10’an ya bîranîna êrîşên 11’ê Îlonê têne bikin, ku li cîhê berê yê Naveda Bazirganîya Cîhanî tê kirin.

Serok Obama û hevjîna wî dû re, ber bi Shanksville, Pennsylvania herin da ku tev li bîranîna qûrbanîyên firoka rêwingan ya bi navê Flight 93 bibin ku di dema êrîşên terorîstî de ketibû xwarê.

Piştî Shanksville, Barack Obama û Xanim Michelle dî vegerine Washingtonê û beşdarîya merasîma bîranîna qûrbanîyên êrîşa Pentagonê bibin.