Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nûnerê Trump ê Ukraynayê Dê bi Serokê Polonyayê re Bicive 


Nûnerê taybet yê Serokê Amerîka Donald Trump yê jibo Ukrayna, Keith Kellogg
Nûnerê taybet yê Serokê Amerîka Donald Trump yê jibo Ukrayna, Keith Kellogg

Warsoyê ragihand ku nûnerê taybet yê Serokê Amerîka Donald Trump yê jibo Ukrayna, Keith Kellogg, dê roja Sêşemê serdana Polonya bike û bi Serok Andrzej Duda re bicive, dema Washington jibo destpêkirina danûstandinan li ser agirbesta şerê Ukraynayê gavan davêje.

Nûnerê taybet yê Trump jibo Ukraynayê, Kellogg, ku gotibû Ewrupa wê rasterast beşdarî danûstandinên li ser Ukraynayê nebe, dê roja Sêşemê serdana Polonya ku hevalbend û cîrana Kîevê ye, bike.

Alîkarê serok Duda, Wojciech Kolarski roja Duşemê ji radyoya RMF FM re got ku "General Keith Kellogg dê sibê li Koşka Seroktîyê bibe mêvanê Serok Andrzej Duda."

Serdan di demekê de tê ku Trump û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin gotin ku ew dixwazin ji bo bidawîkirina şerê li Ukraynayê demûdest dest bi danûstandinan bikin.

Kremlîn zextê dike ku danûstandinên di navbera karbidestên Amerîkî û Rûsî de li Erebistana Saudî ne tenê şerê Ukraynayê, lê hevdem ewlehîya berfireh ya Ewrupî jî gotûbêj bikin.

Kolarski her wiha got, "Alîyê Amerîkî ye ku jibo danûstandinan daxwazkar bû."

Serokê Polonya Andrzej Duda, bi Trump re xwedî peywendîyên nêz e, û jiber şerê wê yê li Ukrayna, Rûsyayê bi tundî şermezar dike.

Li ser pirsa helwesta Duda ya jibo danûstandinên bi Kellogg re, Kolarski got ku "Rûsya nikare vî şerî qezenc bike."

" Rûsan nikarin pêbawer bin ku wê piştî peydakirina aşitiyê bê sedem êrîşê dijî dewletek serbixwe bikin," wî got.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG