Lînkên eksesibilîtî

 
Zelenskyy Dibêje Ukrayna Beşdarî Danûstandinên Amerîka û Rûsyayê li Erebistana Saudî Nabe
Breaking News

Zelenskyy Dibêje Ukrayna Beşdarî Danûstandinên Amerîka û Rûsyayê li Erebistana Saudî Nabe


Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy roja Duşemê got, Ukrayna beşdarî danûstandinên vê hefteyê yên li Erebistana Saudî ya di navbera Amerîka û Rûsyayê de li ser bidawîkirina şerê li Ukraynayê nabe.

"Ukrayna dê beşdar nebe. Ukrayna di derbarê vê yekê de tiştek nizanibû," wî ji rojnamevanan re di dema kurteya vîdyoyê de ji Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî, ku ew di serdaneke dewletê de bû, got.

"Ukrayna her danûstandinên li ser Ukrayna bêyî Ukraynayê wekî danûstandinên ku bê encam in, dibîne û em nikarin bêyî me ti peymanên derbarê me de nas bikin," Zelenskyy got.

Wî destnîşan kir ku ewê roja Çarşemê serdana Erebistana Saudî bike.

Serokê Amerîka Donald Trump roja Yekşemê got ku ew dikare di demeke nêz de bi hevtayê xwe yê Rûsî Vladimir Putin re bicive.

Trump ji rojnamevanan re dîyar kir ku ew jibo aştîya li Ukrayna pir dixebite û got ew bawer dike ku hem Serokê Ukraynî Volodymyr Zelenskyy û hem jî Putin aştîyê dixwazin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG