Serokê Amerîka Donald Trump roja Yekşemê got ku ew dikare di demeke nêz de bi hevtayê xwe yê Rûsî Vladimir Putin re bicive.
Trump ji rojnamevanan re dîyar kir ku ew jibo aştîya li Ukrayna pir dixebite û got ew bawer dike ku hem Serokê Ukraynî Volodymyr Zelenskyy û hem jî Putin aştîyê dixwazin.
Gotinên Trump di vê demê de ne ku Amerîka û Rûsya hazirîyê dikin ku li Erebistana Saudî civîna pêşî çêkin.
Kremlinê îro Duşemê ragihand ku karbidestên payabilind yên Rûsî wê îro jibo danûstandinên bi Amerîka re herin Erebistana Saudî.
Berdevkê Kremlinê Dmitry Peskov ji rojnamevanan re dîyar kir ku ew hevdîtin wê desptêka danûstandinên ser aştîya li Ukrayna bin.
Li ser pirsa dema derbarê hevdîtina rûbirû ya Trump û Putin, Lavrov ti bersîv neda.
Trump hefteya borî bi rêka telefonê bi Zelenskyy û Putin re axifîbû û gotibû ku ewê dest bi danûstandinên ser aştîyê bikin.
Jêder: Reuters, AFP