Xwepêşandanên Îranê yên ji dema kuştina keça Kurd Jîna Amînî ya ser destê polîsên exlaqî ve destpê kirine, hîn jî li seranserê welêt didomin.
Ji 16ê Îlonê ve heta niha xwepêşandanên dijî hikûmetê bi awayekî rojane li piranîya bajarên Îranê derdikevin, bi taybet li deverên Kurdan. Li gor rêxistinên mafên mirov, bêtirî 200 sivîl ji alîyê hêzên ewlekarîya Îranê ve di vê demê de hatine kuştin û hejmareke mezintir jî hatine birîndar kirin.
Civata Mafên Mirov ya Neteweyên Yekbûyî îro Çarşemê ragihand ku di nav kesên kuştî de herî kêmî 23 zarok hene.
Lê, tundûtûjîya hikûmeta Îranê li pêş gel nebûye asteng ku xwepêşandanên bidomînin. Tevî wiha jî, gelek Îranî û pispor dipirsin ku bêyî ku ti piştgirî ji welatên Rojavayî bo wan hebe, ev xwepêşandan heta kengî dikarin bidomin.
Gelek welatan tundûtûjîya hikûmeta Îranê dijî welatîyan şermerzar kirine. Rêvebirîya Amerîkî jî çend gavên wek danîna toleyan dijî polîsên exlaqî û dezgehên din ku destê wan di kuştina xwepêşanderan de heye, avêtine.
Hikûmeta Amerîkî herwiha dibêje ku vejandina rêketina navokî ya sala 2015'an di vê demê de êdî ne armanca wê ye. Li şûna wê, Washington dibêje ewê piştgirîya xwepêşanderan bike.
Lê, ji bilî tole û embargoyên ku Amerîka danîne ser rejîma Îranê, wekî din çi heye ku divê Washington bike heta ku ev piştgirî watedar be.
Yeganeh Rezaian, lêkoler li Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ), dibêje ku Amerîka dikare bi gelek awayên praktîk alîkarîya xwepêşanderên Îranê bike.
“Amerîka dikare di warê xizmeta înternetê de alîkarîya gelê Îranê bike. Niha rejîma Îranê internet qut kiriye û xelk ne dikare peywendî bi hevre bike ne jî vîdyoyên xwepêşandanan û tundûtûjîyê rejîmê bişîne derve,” Rezaian di semînarekê de roja Sêşemê li Navenda Lêkolînên Stratejîk û Navnetewî (CSIS) li Washingtonê got.
Tevî ku hikûmeta Amerîka di destpêka xwepêşandanan de hinek astengîyên toleyan ser Îranê sivik kir ku kompanîyên biyanî bikaribin xizmetên înternetê bigihînin nav Îranê, Rezaian got ku heta niha ti înternet ji derve derbazî Îranê nebûye.
“Gelek raport li welatên Rojava dibêjin ku alavên xizmeta Starlink giheştine gelê li Îranê, lê ev yek ne rast e,” Rezain ku di sala 2014'an de ligel hevjînê xwe yê rojnanemvan Jason Rezaian li Tehranê hatibû girtin.
“Heta ku Starlink li wir peyda bibe, divê ku alavên wê ji Îranê re werin şandin, lê pir zehmet e ku mirov van tiştan derbaz bike, lewra heta niha Starlink li Îranê peyda nabe.”
Starlink navê xizmeta înterneta esmanî ye ku kompanîyek ji kompanîyên karsazê navdarê Elon Musk pêşkêş dike. Musk amadebûna xwe nîşan da ku alîkarîyê bike, lê heta niha ew yek ser erdê bi cîh nebûye.
Hinek pisporên din jî dibêjin ku ji Amerîka heta niha bersîveke zelal tuneye.
“Kêşe niha ew e ku wekî bijareyên bersivdan, tiştên di destên hikûmeta me de yan tole ne, yan jî hêza leşkerî. Tiştekî di nava her duyan de li cem me tuneye,” Kirsten Fontenrose, pispora ewlekarîyê li navenda Atlantic Council, ji Dengê Amerîka re got.
Fontenrose dîyar kir ku nebûna van bijareyan jî jibo hikûmeta Amerîka pirsgirêkeke mezin e .
“Niha hewildanek heye ku bi rîya qanûnên navnetewî yên mafên mirov û yên dijî terorê karbidestên Îranê werin cezakirin. Wekî mînak, Amerîka û welatên Ewrupî dikarin wan karbidestan bibin dadgehên navnetewî, eger ew kes berpirsên girtina û êşkencekirina welatîyên Amerîkî û Ewrupî yên bi esl Îranî bin,” wê got.