Çend wezîrên derve yên Yekîtîya Ewrupa (YE) îro Duşemê daxwaz kir ku jiber şandina dronan ji Rûsya re, toleyên dijî Îranê werin zêde kirin.
Kîev di hefteyên dawî de gelek êrîşên Rûsî yên bi dronên Shahed--136 yên Îranê ragihand û îro jî got ku Tehran ji kuştinên Ukraynîyan berpirs e.
Îran van daxuyanîyana red dike û dibêje ku wê ji destpêka şerê li Ukrayna ve, dron ji Rûsyayê re nêşandine.
Kremlînê heya niha di derbarê mijarê de ti daxuyanî eşkere nekiriye.
Wezîrê Derve yê Estonya Urmas Reinsalu ji Reutersê re da zanîn ku divê YE dijî Îranê demûdest toleyên nû dîyar bike.
Fransa û Almanya jî eşkere kir ku dijî Îranê divê toleyên nû yên têkildarî dronan werin ragihandin û divê ku şandina dronan ji Rûsya re wek binpêkirina biryara Civata Ewlekarîyê ya NY were dîtin.
Wezîrê Karên Derve yê Danîmarka Jeppe Kofo got ku xuyaye dronên Îranê bo êrîşkirina navenda Kîevê têne xebitandin û ev hovîtî ye.
Berpirsê Sîyaseta Derve ya YE Josep Borrell dîyar kir ku got wê ser rola Îranê ya di êrîşên Rûsî de, bi desxistina delîlên piştrastkirî binêrin û wan binirxînin.
Hevdem, wezîrên derve yên YE îro dijî 15 kesên Îranî û 4 sazîyan, qedexeya rêwitîyê û cemidandina tevahîya mal milkên jî di nav de, berpirsê polîsên exlaqî yên Îranê, tole ragihand.
YE, ew tole jiber eciqandina xwepêşandanerên ku piştî kuştina keça Kurd Jîna Mahsa Emînî ragihand ku jibo şermezarkirina Emînî derketibûn kolanan.
Borrell biryara YE ya toleyên jiber binpekirina mafên mirovan ya ji hêla Îranê ve, ji ser Twitterê ragihand.
"Îro bi yekdengî biryar hat girtin ku dijî kesên li Îranê yên ku ji kuştina #MahsaEmînî û tepeserkirina tund ya xwepêşandanên aştîyane berpirs in, were tevbigerin," Borell got.