Ajansa AFP ragihand ku roja Sêşemê rêberê dîfakto yê Sûrîyê Ehmed el Şeri' ligel şandeke Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) kom bû.
Karbidestekî ku nexwest navê xwe eşkere bike, got ku civîna roja Duşemê di navbera herdu alîyan de “erênî” bû.
Ev cara yekê ye ku el Şeri' ji dema ketina rejîma Beşar el Esed ve ku ku ligel fermandarên Kurd yên HSD'ê kom dibe. Ev yek herwiha di demekê de tê ku şervanên HSD'ê ligel komên çekdar yên ser bi Tirkîyê ve şer dikin.
Karbidest da zanîn ku “civîn roja Duşemê di navbera karbidestên payebilind yên HSD û Jolanî de li Şamê pêk hat.”
Wî herwiha diyar kir ku ev “kombûna destpêkê bû jibo avakirina bingehên diyaloga siberojê. Herdu alîyan li hev kir ku van civînan berdewam bikin heta ku bigihêjin têgihiştinan di siberojê de.”
Karbidest got ku civîna li Şamê “erênî” bû û eşkere kir ku ewê “diyalog û civînên bêtir di paşerojê de pêk werin.”
Jêder: AFP