Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku roja Sêşemê sê endamên hêzên ewlekarîya Kurdan li taxeke bajarê Helebê hatin kuştin.
Çavdêrîyê got ku çekdarên ser bi Tirkîyê ve êrîşî xaleke kontrolê li taxa Eşrefîyê kir û di encamê de ew sê endamên Asayîşê hatin kuştin.
Dema ku serhildayên û opozisyonê û çekdarên ser bi Tirkîyê ve Heleb berî çend hefteyan kontrol kir, du taxên bi navê Şêx Meqsûd û Eşrefîyê di destên hêzên ewlekarîya Kurdî de hiştin. Rûniştvanên wan taxan bi piranî Kurd in. Di dema rejîma Esed jî ew tax di destên hêzên Kurdî de bûn.
Çavdêrîya Sûrî got ku “xala kontrolê ya di destê Asayîşê de li taxa Eşrefîyê rastî êrîşeke dronan ji alîyê çekdarên ser bi Tirkîyê ve hat û di encamê de sê endam hatin kuştin û heft jî birîndar bûn.”
Rêxistina ku bingeha wê li Brîtanyayê ye herwiha ragihand ku ev cara yekê ye ji dema ketina rejîma Esed ku êrîşeke ji vî rengî li deverê çêdibe.
Karbidestekî Asayîşê, ku nexwest navê xwe eşkere bike, ji AFP re got ku hêzên ser bi Tirkîyê ve bi droneke xwekuj êrîş bir xala kontrolê.
Li herdu taxên Kurdan li Helebê bêtirî 300 hezar kes dijîn ku di dema dawî de ji êrîşeke berfireh ya komên çekdar yên ser bi Tirkîyê ve ditirsin.
“Tirs heye ku ev herdu taxên Kurdan rastî êrîşan werin yan jî bên dorpêçkirin. Ewê ew yek bibe problemek mezin jiber ku gelek sivîl li wir dijîn,” rêvebirê Çavdêrîya Sûrî Ramî Ebdilrehman ragihand.
Ji dema ketina rejîma Sûrî di 8’ê vê mehê de, şer û pevçûnên giran di navbera alîyên ser bi Tirkîyê ve û Hêzên Sûrîya Demokratîk de li çend deverên parêzgeha Helebê didomin.
Jêder: AFP