Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Li Rojhilatê Helebê di Navbera HSD û Çekdarên Girêdayê Tirkîyê de Pevçûnên Tund Hene


FILE - Syria Democratic Forces (SDF) fighters walk on the rubble of damaged shops and buildings in the city of Manbij, in Aleppo Governorate, Syria, Aug. 10, 2016.
FILE - Syria Democratic Forces (SDF) fighters walk on the rubble of damaged shops and buildings in the city of Manbij, in Aleppo Governorate, Syria, Aug. 10, 2016.

Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) roja Sêşemê ragihand ku li li enîya Ebû Qelqel li gundewarê rojhilatê Helebê di navbera Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û çekdarên girêdayê Tirkîyê de pevçûnên tund pêk tên.

“Piştî operasyoneke HSD’ê ya derbazbûna nav çeperên çekdarên girêdayê Tirkîyê li herêmê. HSD pêş ve çû û gundê El-Bubana xist bin kontrola xwe,“ SOHR got.

Çavderîyê dîyar kir ku hêzên Tirkîyê jî çeperên gundê Bîr Hisso û devera El-Mecbel li nêzîkî pira Qerqozaq topbaran kirine, ku di encamê de ziyanên madî çêbûne û fîkarên niştecîhan zêde bûne.

SOHR bal kişand ku ev topbarankirin, pevçûnên berdewam li gundewarê Helebê, di nav hewlên komên girêdayê Tirkîyê jibo pêşveçûna zêdetir li wê herêmê, pêk tên.

“Ev 20 roj li gundewarê rojhilatê Helebê di navbera HSD û çekdarên girêdayê Tirkîyê de bi çekên navîn û giran pevçûnên tund hene, ku bi taybet li derdora bendavên Teşrîn û Qerreh Qerqûzaq yên li herema Minbicê, bi pevguhertina roket û topan rû didin,“ SOHR got.

Çavderîyê herwiha destnîşan kir ku bi pevçûnan re hevdemî, Tirkîyê li heremên cuda li Heleb û gundewarê Reqayê, êrîşên dronî yên tund pêk tine, ku navendên leşkerî û sivîl, sazî û navendên xizmetguzarîyê, armanc dikin.

Li gor ragihandina SOHR’ê jiber zêdebûna bombebaran û êrîşên esmanî şertên jiyana niştecihên wê herêmê dijwartir bûye û bi hezaran kes neçar mane ku koçî heremên ewledar bikinç

Li Minbicê di 20 rojên borî de jiber bombebaran, êrîşên dronî û şerê di navbera HSD û çekdarên girêdayê Tirkîyê de 179 kes hatine kuştin, li gor daneyên SOHR.

“25 sivîl, ji wan 5 jin û du zarok, 114 çekdarên girêdayê Tirkîyê, û 40 endamên HSD û hêzên leşkerî yên girêdayî wê, mirine,“ SOHR got.


Jêder: SOHR

XS
SM
MD
LG