Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevan Sanri: Şeweya Êrîşa Stenbolê Dişibe ya Cîhadîyan


Li bajarê Stenbolê li Meydana Sultanahmetê, dane sibê peqînek çêbû ku tê de 10 kes hatin kuştin, 15 kesên din jî birîndar bûn.

Hin çavkanî dibêjin bombeye hin alî jî dibêjin nayê zanîn teqîn jiber çi bûye. Sultanahmet meydaneke dîrokî ye û hin çavkanî balê didin ser bizavên DAİŞê.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan da zanîn ku êrîşvanekî xwekuj yê Sûrî peqîna kujêr ya li taxa Sultanahmet ya Stenbolê pêk anîye.

Erdogan herwiha destnîşan kir, li gor agahîyên pêşîn kesê ku ew êrîş kirîye ji Sûrî yê ye û kesên bîyanî ji di nav de 10 qurbanîyên peqînê hene.

Rojnamevanên Kurd Mehmet Sanrî li Stenbolê destnîşan dike ku bi şêwe û pêkanîn ev çalakî ya rêxistinên cîhadî ye û armanc çavtirsandina civakê ye.

Sanrî êrîşên li Amed, Siruc û Enqerê jî bibîr dixe û balê dide ser kêmahîya îstixbarata Tirkîyê.

“Çend endamên DAIŞê berîya çalakîyên Enqere, Amedê hatibûn girtin. Heta malbatê wan gilîya zarokê xwe kiribûn, lê ev kes hatine berdan û bûn sedema kuştina bi dehan sîvîlan.”

KHF_1_12_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:10 0:00

XS
SM
MD
LG