Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan berî demeke kin da zanîn ku êrîşvanekî xwekuj yê Sûrî peqîna kujêr ya li taxa Sultanahmet ya Stenbolê pêk anîye.
Erdogan got, li gor agahîyên wan yên pêşîn kesê ku ew êrîş kiriye Sûrî ye û xencî hemwelatîyên Tirk, kesên bîyanî ji di nav 10 qurbanîyên peqînê ne.
Erdogan di civîneke fîravînî de ligel balyozên welatîn bîyanî got, ew kiryara terorîstî ya li Stenbolê şermezar dike.