Rojnamevanên li Amedê di Roja Azadîya Ragihandinê ya Cîhanê de kom bûn û daxuyanî dan. Wan got ku "Rojnamevanî ne tawan e" û daxwaza azadbûna hemî hevkar û hevpîşeyên xwe kirin, ku li Tirkîyê û cîyên din li girtîgehê ne, yan jî rastî binpêkirinan tên.