Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pentagon Dibêje Agirbesta Navbera Tirkîyê û HSDê li Bakurê Sûrîyê Didome


HSD li Dêrazorê
HSD li Dêrazorê

Wezareta berevanîyê ya Amerîka (Pentagon) îro Duşemê ragihand ku agirbesta di navbera Tirkîyê û Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) li derdora bajarê Minbicê li bakurê Sûrîyê berdewam dike.

"Agirbest li wê beşê bakurê Sûrîyê didom e," berdevika Pentagonê Sabrina Singh ji rojnamevanan re got.

Piranîya bakur û rojhilatê Sûrîyê di destê HSD de ye, hevpeymanîyek e ku şervanên Kurd pêşengîyê dikin.

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya HSD’ê dike.

Li bakurê Sûrîyê bi hezaran leşkerên Tirkîyê hene û herwiha Enqere li wir piştgirîya komên çekdar yên cihadî dike, ku şerê dijî HSD ya bi piştgirîya Amerîka dikin.

Ji têkçûna rejîma Esed ya 8’ê Berfanbarê ve, Tirkîyê û Artêşa Neteweyî ya Sûrîyê (SNA) ya bi piştgirîya Tirkîyê, şerê dijî HSD’ê tund kirine, bi taybet li heremên Minbîc, û derdora bendava Tîşrînê.

Herwiha wê mehê SNA bi piştgirîya Tirkîyê, Tilrifat û Minbic xistibûn bin kontrola xwe ku ew berê di destê HSD de bûn.

HSD dibêje ku Tirkîye û Artêşa Neteweyî ya Sûrîyê hazirîyê dikin ku operasyonan bibin ser Kobanê.

Loma, Washingtonê di destpêka vê mehê de navbeynkariya agirbesteke di navbera Tirkîyê û HSD kir, li gor daxuyanîyên karbidestên Pentagonê.

Lê di 19’ê Berfanbarê de karbidestekî wezareta berevanîya Tirkîyê got ku Enqerê bi HSD re ti peymana agirbestê çênekiriye.

Heman karbidestê Tirk got, ew bawer dikin ku SNA ku Tirkîye piştgirî dide wê, dikare bakurê Sûrîyê azad bike.

Lê, Tirkîyê YPG’ê wek komek giredayê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) re dibîne ku qedexe kiriye.

Tirkîyê PKK, YPG û HSD’ê wek komên terorîst dibîne. PKK di lîsteya terorê ya Amerîka û hevbendên Rojavayî yên Tirkîyê de ye.

Lê bilî Tirkîyê ti welatî YPG û HSD wek rexistinên terorê destnîşan nekirine.

HSD di têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) de hevbenda serekî ya Amerîka ye û Washington hevkarîya bi HSD’ê jibo şerê dijî DAIŞ’ê girîng dibîne û dibêje ku operasyonên Tirkîyê yên li bakurê Sûrîyê xeterîyê çêdikin.

Amerîka dibêje ku li Sûrîyê 2 hezar serbazên wê hene, jibo niha vekişînê nanirxîne û hevkarîya wê ya bi HSD’ê didome.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG