Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Rojava Parzûnkirina Petrolê Zîyanê li Saxlemî û Jîngehê Dike


Yek ji pêşhatên serekî yên şerê Sûrîyê ew bû ku bîrên petrolê li deverên Kurdan ji destê rejîma Sûrî derketin û ketin bin kontrola hêzên Kurdan.

Niha Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûrîyê derxistin û hilberîna neftê li deverê bi rêve dibe, lê pispor dibêjin jiber nebûna derfetên dirust, ev şêweyê hilberînê bandoreke neyênî li saxlemîya rûniştvanan û jîngeha deverê dike.

Li seranserê cîhên ku neft li Rojava lê peyda dibe, parzûn û paqijgehên demkî hatine danîn bi mebesta hilberîna petrolê. Lê pispor dibêjin, dibe ku zîyanên vî karî bi gelekî ji sûdên wî pirtir bin.

“Jiber ku parzûnên fermî li deverê tunene, şêweyên destpêkî tên bikaranîn û ev şewitîn zîyanê li karkerên sektora neftê dike û herwiha li jîngeha derdora bîrên neftê,” Delîl Silêman, rojnamevanê ku pirsgirêkên jîngehê li Rojava dişopîne, ji Dengê Amerîka re got.

Li Rojava parzûnên fermî tunene. Berî şerê Sûrîyê, nefta deverê bo paqijgeh anku rafînerîyên fermî li bajarên Hums û Banyasê dihat şandin. Lê niha ev yek jiber rewşa ewlekarî û cudahîyên siyasî di navbera Rêvebirîya Xweser û rejîma Sûrî de nayê kirin.

Ji 11 heta 22’ê Mijdar ve, Konferansa Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP29) li paytexta Azerbeycanê, Baku, didome. Yek ji mijarên ku li wir tên gotûbêjkirin peydakirina alternatîvan jibo bidestxistina enerjîya paqij e. Ev jî bi mebesta parastina jîngehê ye.

Lê li welatekî wekî Sûrîyê ku ev 13 sal in şer lê didome, gelek derfet tunene jibo ku karên din bikin yan jî hilberîna petrolê bi awayekî paqijtir bikin.

“Ev kar pereyekî baş jibo gelek karkeran peyda dike, lewra ew vî tiştî ser hesabê saxlemîya xwe û derdora xwe dikin. Lê di dema dirêj de, ewê bandora vî karî bi şêweyekî girantir li ser xelkê devera me hebe,” Silêman got.

Di warê pîskirina jîngehê de, rojnamevan Silêman got ku wekî mînak, ava çemên derdora cîhên ku neft lê tên parzûnkirin bi aweyekî berbiçav tê qirêj kirin. "Bandora vê yekê hem li saxlemîya gel û hem jî li jîngehê tê kirin" Silêman da zanîn.

Hind Osman, karmenda Hevya Sor ya Kurd li Sûrîyê dîyar kir ku yek ji zîyanên serekî yên parzûnkirina neftê li Rojava li sîstema bînkêşanê ya mirovan dike.

“Her gav haletên nexweşan tên cem me ku hem sîstema bînkêşana wan zîyan dîtiye û hem jî hesasî di nav laşên wan de çêbûne,” Osman got.

Karbidestên Rêvebirîya Xweser dibêjin ku ew bi awayekî berdewam kempeynên hişyarkirinê li nav karkerên parzûnkirina neftê dikin. Wekî mînak, ew karkeran agahdar dikin ku divê agirê bi gazê bi kar bînin jibo tunekirina madeya sulfur dioksîde, ya ku pispor dibêjin dibe sedema pîskirina jîngehê ye.

Lê çavdêr dibêjin ku li cem xelkê derbarê bandora xirab ya vî karî, hîn hişyarbûneke rêkûpêk çênebûye.

“Divê sînorek ji vê pirsgirêkê re were danîn, jiber ku ne tenê mirov, lê pez û heywan û zevî jî zîyaneke mezin ji van kiryaran dibînin. Tevahîya devera min li jêr metirsîyê ye,” rojnamevan Silêman got.

XS
SM
MD
LG