Konferansa Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî ya 2024’an ku bi gelemperî wek Hilcivîna COP29 tê zanîn, li paytexta Azarbeycanê, Baku didome.
Hillcivîna COP29 ya NY, di 11’ê Mijdarê de destpê kir û bi beşdarîya nezî 200 welatan wê heya 22’yê mehê, jibo 11 rojan berdewam bike.
Karê serekî ya jibo nêzî 200 welatan, di Hillcivîna COP29 de jibo fînasekirina projeyên avhewa yên bi trîlyon dolaran li çaralîyê cîhanê çekirina peymanekê navneteweyî ye.
Loma danûstandinên di warê darayî yên li COP29 gelek girîng in û hin xalên ku jibo ravekirina vê mijarê bi wî rengî ne.
Armanc Çi Ye?
Welatên dewlemend di 2009’an de soz dan ku, wê salê bi giştî 100 mîlyar dolarî bidin NY, ku welatên pêşdikevin karibin lêçûnên derbazbûna enerjîya paqij bidin û xwe jibo cîhanek germ amade bikin.
Dravdayîna welatên dewlemnd di 2020’an de destpê kir, lê tenê di 2022’an de bi hatin temam kirin. Soza 100 mîlyar dolarî îsal di 2024’an de diqede.
Welat jibo dravdaynînên ku sala pêş, 2025’an de destpê dikin, jibo zêdekirina soza 100 mîlyar dolarî danûstendinê dikin, lê hin welat naxwazin ku mezinahîya wê piştrast bikin heya ku dîyar bibe wê kîjan welat beşdar bibin.
Di paşerojê de, jibo giheştina armanca 100 mîlyar dolarî bi piranî ji çavkanîyên giştî yên welatan dihat peyda kirin.
Divê Kîjan Welat Dirav Bide?
Jibo projeyên avhewayê yên li çar alîyê cîhanê, Amerîkayê sala borî nêzî 10 mîlyar dolar da, ku ji 31 mîlyar dolarên Yekîtîya Ewrupa(YE) pir kêm e.
Heya niha, tenê zêdetirî 30 welatên dewlemend para xwe ya wê budceya NY ya jibo projeyên avhewa ya NY didin, û ew dixwazin welatên ku zû pêşdikevin, yên mîna Çîn û welatên dewlemndê petrolê yên Kendavê jî dest bi dayîna parên xwe bikin.
Pekîn dijî vê daxwazê derdikeve û dibêje ku ew wekwelatek pêşdikeve ne xwedîyê heman berpirsiyarîya welatên ku demek direj e pêşketî bûne, -yên mîna Brîtanya û Amerîka- ne.
Digel ku Çîn, li ser wesayîtên elektrîkî û enerjîya nûjenkirî li derveyî welat, bi sedan mîlyar dolarî veberhênan dike jî, ew bi şertên xwe vê yekê dike.
Jibo her peymanek e li COP29 wê pejirandina hevbîrbûnê ya giştî pêwîst bike.
Çiqas Dirav Pêwîst Dike?
Welatên pêşdikevin dibêjin mîqdara taybet ya ku jibo çareserîya guherîna avhewayê hewce dike, divê jibo danûstandinan bibe xala destpêkê da ku armanca dawîn were bi cîh kirin.
Li gor piranîya hesabkirinan, jibo welatên pêşdikevin salê zêdetirî 1 trîlyon dolar hewce dike, ku ew armancên avhewayê bicîh bînin û civakên xwe ji hewaya tund biparêzin.
Gelek welat bi jimarekê hatine hevdîtinên li Hillcivîna COP29 ya li Bakuyê.
Tevî Erebistana Saudî, welatên Ereb armancek darayî ya salê bi 1.1 trîlyon dolarî daxwaz dikin, ku divê 441 mîlyar dolar wek bexşandinên rasterast yên ji hikûmetên welatên pêşketî were peyda kirin.
Hindistan, welatên Afrîkî û neteweyên giravên piçûk jî hevdem dibêjin ku divê salê zêdetirî 1 trîlyon dolarî were berhev kirin, lê li para hikûmetên dewlemend xwedî nêrînên tevlîhev in.
Welatên dewlemend yên ku çaverêye ku wê dirav bidin, heya niha eşkere nekirine ku ka wê her yek çiqaş dolar bidin, her çiqas Amerîka û YE hevbîr in ku armanca berê ya 100 mîlyar dolarî dive were zêde kirin.
Hin dîplomatên welatên pêşkefî dibêjin, digel ku budceyên welatên wan jiber sedemên aborî yên din jixwe rûbirûyê dijwarîyan e û destnîşan dikin ku loma zêdekirinek mezin ya ji 100 mîlyar dolarî wêdetir, ne rastîyane ye.
Ev Çima Girîng E?
Leza guherîna avhewa zêde, û berbilav bûye. Çalakîyên mirovan - bi bingehîn, jiber karanîna şewitên fosîl - germahîya navînî ya gerstêrkê ya demdirêj bi qasî 1,3 derece germ kiriye, ku dibe sedema lehîyên karesatbar, bahoz û pêlên germê yên dijwar.
Planên welatan yên jibo kêmkirina emîsyonê ne bes in ku guhertîna avhewayê were hêdî kirin, û wê berevajî bibin sedema germbûna pir xirabtir.
Zanyar dibêjin, jibo welatan ku dixwqzin planên xwe yên avhewayê yên neteweyî (NDC) nûve bikin, tarîxa herî dawî (Sibata 2025’an) ya NY ji bo pêşîgirtina karesatê fersenda dawîn e.
Danûstandiner dibêjin ku gotin ku têkçûneke li COP29, ya ser peymanek darayî dikare rê veke ku welat planên avhewa yên qels pêşkêş bikin bi sedema ku ew nikarin lêçûnên projeyên pêwîst peyda bikin.
Jêder: Reuters