Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îtalya Daxwaza Keştiya Pizîşkên Bêsînor ji bo Bendereke Ewle Red Dike


Keştiya rizgarkirinê Geo Barents
Keştiya rizgarkirinê Geo Barents

Hikûmeta Îtalya daxwaza keştiyeke ku ji aliyê rêxistina Pizîşkên Bêsînor ya nehikûmî ve tê birêvebirin, red kir ji bo danîna bendereke ewle nêzîkî cihê ku 73 koçber lê rizgar kirine, li gor rayedarekî rêxistinê ku roja Yekşemê got.

Wezareta navxweyî ya Îtalyayê derbarê mijarê de ti daxuyanî nedan.

Nakokî beşek ji şerekî berfireh e di navbera hukûmeta rastgir a Îtalyayê û rêxistinên sivîl de li ser cihê ku koçberên li Derya Spî rizgar bûne werin şandin.

Roja Şemiyê keştiya Pizîşkên Bêsînor Geo Barents ji Romayê destûr stend ku xwe bigihîne bendera Ancona, ku li navenda Italya, li peravên rojhilatê welêt û dûrî Sîsîlyayê ye, cihê ku qeyikên NGO bi gelemperî koçberên rizgarkirî dadikevin.

Serokê Erka Pizîşkên Bêsînor Juan Matias Gil roja Yekşemê di peyamekê de got: "Wezareta navxweyî daxwaza me ya ji bo bendereke ewle û nêzîktir ji bo daxistina 73 kesên sax di keştiya Geo Barents de red kir. Keştî ber bi bakur ve diçe."

Piştî rizgarkirina koçberan ji ser keştiyek plastîk li deryaya Lîbyayê, Geo Barents roja Şemiyê xwest ku benderek nêzîktir jê re were dabînkirin, û got ku ew ê zêdetirî sê rojan dirêj bike ta ku bigihin Ancona, di demekê de ku şert û mercên hewayê xirab dibin.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG