Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Dê Ji Bo Koçberan Serdana Sînorê Meksîkê Bike û Komarî Wî Rexne Dikin


Komeka Koçberan li El Paso
Komeka Koçberan li El Paso

Serokê Amerîka Joe Biden dê roja Yekşemê serdana sînorê Amerîka û Meksîkê bike, bo cara yekem ji dema destpêkirina seroktiya wî ve du salan berê, ji bo şopandina rewşa koçberan ku yek ji pirsgirêkên siyasî yên herî giran e li welêt, di demekê de ku xwe ji bo dubare hilbijartinan amade dike.

Biden roja Pênşemê planên nû yên rêgirtina li koçberên Kuba, Haîtî û Nîkaraguayê li ser sînorê Amerîka û Meksîkê ragihandin, û nasnameyên koçberên ku renge vegerin Meksîkê berfireh kirin. Nayê pêşbînîkirin ku seredana El Paso, Texas, ti encameke siyasî ya berbiçav bidest bixe.

Lê mebesta serdanê ew e nîşan bide ku serokê Amerîka mijarê bi ciddî digire, pirsan di vê derbarê de rawestîne, têkiliyên bi nobedarên sînor re xurt bike, û derfeteke din bide wî ku daxwazê ji Kongrêsê bike da yaseyên nû derxîne da ku sîstema şikestî çareser bike.

Lêbelê, Komariyên ku nû dest danîne ser Encûmena Nûneran, bi berferehî her sererastkirinên yasayî yên Biden asteng dikin, û Biden tenê bi çend bijarên kêm re dihêlin.

Şêwirmenda Demokrat Karen Finney got, "serdan naskirinek e ku ev pirsgirêk rijd e, û yek ji zehmetiyên rastîn e, lê ew di heman demê de pisgirêkek e ku tenê bi alîkariya Komariyan çareser dibe."

Komarî bi berdewamî pirsgirêka sînor li dijî Biden bikar tînin, û wî sûcdar dikin ku nekariye tundtir tev bigere. Û digel piraniyek hindik a Komariyan di Encûmena Nûneran de ku bandoreke mezin dide mihafizkarên partiyê, hêviyek hindik ji bo lihevkirinê heye.

Biden dê li ser sînor bi karbidestên xwecihî û serokên civakê re kom bibe, û operasyonên parastina sînor li El Paso binirxîne, cihê ku şaredarê Demokrat meha borî rewşa awarte ragihandibû, bi sedema ku bi sedan koçber di nav sar û sermayê de li kolanan radizên û bi hezaran her roj têne girtin.

Karbidestên sînorî yên Amerîkî di sala darayî ya 2022an de ku di Îlonê de bi dawî bû 2.2 mîlyon koçber li ser sînorê Meksîkê girtin, her çend ev hejmar di nav wan kesan de hene ku gelek caran hewl dane derbas bibin.

Hewldana Biden a ji bo tepeserkirina pêla koçberan ji her alî ve rastî rexneyan hat. Çalakvanên mafên mirovan û hin Demokrat dibêjin ku qedexeyên nû vekişînek e ji soza helmeta Biden a 2020an a vegerandina mafên dîrokî ji penaxwazan re.

Piştî serdana El Paso, Biden diçe Meksîkê ji bo kombûna li gel Serokê Meksîkî Andres Manuel Lopez Obrador û Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau, ku dê li ser mijarên koçberiyê jî biaxivin.

Komarîyên ku ji berevajîkirina Biden ya hin siyasetên girtina sînor ên serokê berê Donald Trump dilgiran in, dest danîn ser tomar û raporên li dor derbasgehên sînorî û mirina koçberan, ji bo daxwaz bikin ku sekreterê ewlekariya navxweyî ya Biden, Alejandro Mayorkas ji kar were dûrxistin.

Hin Komarîyên tundrew ên ku roja Şemiyê alîkariya hilbijartina Kevin McCarthy wek serokê Encûmena Nûneran kir, hewla bendkirina her hevkariyekê bi Demokratan re didin.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG