Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Beravên Tûnisê 5 Koçberên Afrîqî Mirin û 10 jî Winda bûn


Karbidestekî dadwerî yê Tûnisî roja Şemîyê got, bi kêmî ve 5 koçberên Afrîqî mirin û 10 kesên din jî winda bûn piştî ku keştiyek li beravên Tûnisê binav bû, dema ku wan dixwest bi riya Deryaya Spî derbasî Îtalyayê bin.

Karbidest ji Ajansa nûçeyan Reutersê re got ku nobedarên beravê 20 koçberên ku di keştiya pir qelebalix de bûn û roja Înê li Louata li herêma Sfaqisê binav bû, rizgar kirin.

Xeta peravê ya Sfaqisê ji bo mirovên ku ji xizaniyê li Afrîka û Rojhilata Navîn direvin ji bo şansê jiyanek çêtir li Ewrupayê bûye xalek derketinê ya sereke.

Di mehên dawî de, bi sedan kes li peravên Tûnisê xeniqîne, bi zêdebûna hewildanên derbasbûnê ji Tûnis û Lîbyayê ber bi Îtalyayê ve.

Bi sedema kirîza aborî û darayî ya bêhempa li Tûnisê, zêdetirî 18,000 Tûnisî di sala 2022 de bi keştiyan çûn Ewrupayê, li gorî koma mafan a Foruma Tûnisî ji bo Mafên Aborî û Civakî.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG