Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hu Jintao Serêdana Xwe ya Amerîkayê Dawî Tîne


Serokê Çînê Hu Jintao û Bajarvanê Chicago Richard Daley serêdana Lîseya Walter Payton College Preparatory ya Chicagoyê dikin. 21 Rêbendan, Înî, 20111, Chicago
Serokê Çînê Hu Jintao û Bajarvanê Chicago Richard Daley serêdana Lîseya Walter Payton College Preparatory ya Chicagoyê dikin. 21 Rêbendan, Înî, 20111, Chicago

Serokê Çînê Hu Jintao, hêdî hêdî ber bi dawîya serêdana xwe ya 4 rojî ya bo Amerîkayê tê û îro Înîyê li bajarê Chicagoyê pişikdarî li çend bernameyan dike.

Birêz Hu, li ber e serêdana xwendîngeheke li wî bajêrî bike û ligel xwendekarên pişka ziman û wêjeya Çînî kom be. Dû re jî, li kargeha perçeya otomîlan ya Çînî bi rêberên karsazan re kom be.

Rêberê Çînî Hu roja Pêncşemê geheştibû bajarê Serok Barack Obama Chicago ku sêyemîn bajarê herî mezin yê Amerîka ye. Birêz Hu li Chicago bibû mevanê rûmetê yê xwarineke taybet ku sîyasetvanên xwecîhî û rêberên karsaz jî amade lê amade bibûn.

Birêz Hu di axaftina xwe de pesna Chicagoyê dabû û gotîbû, Chiacago bajarekî serkeftî ye roleke wê ya girîng heye ku Welatên Yekgirtî yên Amerîka bûye hêzeke cîhanî.

Bajarvanê Chicago Richard Daley bizavê kiribû ku kompanyayên Çînî bîne wî bajarî û peywendîyê ligel Çînê jî xûrtir bike, ku ku duyemîn aborîya cîhanê ye.

Birêz Hu Jintao li paytaxt Washington jimareke danûstadninan pêk anîbûn, ku kêşeyên wek mafê mirovan, aborî û Koreya Bakur jî hebûn.

Rêzdar Hu roja Çarşemê di civîna hevpişk ya ragihandinê ya ligel Serok Obama de, derheqa mafên mirovan li Çînê peyîvîbû. Birêz Hu gotîbû, hîn gelek tişt mane bête kirin, jibo baştir kirina destûdarê mafên mirovan li welatî wî.

XS
SM
MD
LG