Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Çînê Hu li Kongresa Amerîkî Rastî Rexneyan Hat


Peyîvdarê Civata Nûneran John Boehner û Serokê Çînê Hu Jintao
Peyîvdarê Civata Nûneran John Boehner û Serokê Çînê Hu Jintao

Serokê Çînê Hu Jintao jiber gotûbêjên derbarê mafên mirovan, aborîyê û Koreya Bakur ya li Kongresa Amerîkî rûbirûyê rexneyan ma.

Peyîvdarê Civata Nûneran John Boehner got, ew û hevkarên wî xem û fikarên xwe yên derbarê zêdegavîyên li ser mafê mirovan li Çînê dîyar kirin, ku berbend kirina azadîya olî û karanîna sîstema zaro berbirinê (kurtaj) wekî encama cîhanîna rêbaza mecbûrî ya “yêk zaro”.

Birêz Boehner got, vebir kirina reftara tund ya Koreya Bakur jî di rojêva danûstandinan de hebû.

Endamên Kongresa Amerîkî torebûna xwe dîyar kirîye, li ser destûdarê mafên mirovan li Çînê û rêbazên wê yên aborî, ku gelek endamên Kongresê di wê bawerîyê da ne bûne egera jidest berdana karan li Amerîka.

Boehner got, ew hêvîdar e ku danûstandinan ligel Çînê dê berdewam bin, li ser wan pirsan.

Danûstandina rêzdar Hu li Kongres tê kirin, rojekê piştî li Seraya Sipî bi fermî pêrgînî lê hatiye kirin ku bi Serok Barack Obama re li ser gelek pirsan danûstandin kir û bo mêvanê rûmetê yê Qesra Sipî.

Rêzdar Hu roja Çarşemê di civîna hevpişk ya ragihandinê ya ligel Serok Obama de, derheqa mafên mirovan li Çînê peyîvîbû. Birêz Hu gotîbû, hîn gelek tişt mane bête kirin, jibo baştir kirina destûdarê mafên mirovan li welatî wî.

XS
SM
MD
LG