Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama û Hu Jintao Sozên Hevkarîyê Didin


Obama û Hu Jintao Sozên Hevkarîyê Didin
Obama û Hu Jintao Sozên Hevkarîyê Didin

Serokê Amerîkî Barak Obama û hevberê wî yê Çînê Hu Jintao sozên qeyîm kirina hevkarîya nêvbera herdû welatên xwe didin, û pênasînê dikin kû hêşta cûdahî di nêvbera wan de hene.

Her du rêber Îro Çarşemê axifîn li rê û resmên pêşwazîya fermî li serok Hu Jintao li Qesra Sipî.

Serok Obama got, herdû welatan berjewendîyên mezin hene di serkeftina her êk ji welatên wan de û welatên wan dê pêtir geşekirî û tena bin eger pêkve karî bikin. Wî her wusa behsa pêdivîya piştevanîyê li mafê mirovan kir.

Bi alîyê xwe ve birêz Hu got, Amerîka û Çînê gelek berjewendîyên hevpişk hene û berpirsîyên hevpişk yên giring hene û divê zemîneke hevpişk peyda bikin tevî hebûna cûdahîuan. Wî got , hevkarîya welatan divê li ser bingehên rêzgirtin û qazanca dualî be.

XS
SM
MD
LG