Piştî vegera ji Rûsya bo Herêma Kurdistanê 20 karmendên kompaniya Gazprom a Rûsî hatine veqetandin û ketin bin çavdêriya pizîşkî ji ber gumana vayrusa korona.
Karmendên kompaniyê li zeviya niftê ya Serqela ya navçeya Germiyan kar dikin û her li nav kampa zeviya niftê hatine veqetandin.
Berpirsê karûbarên rêxistinan li rêveberiya Germiyan Bêstûn Jaleyî ji Dengê Amerîka re got:
“Ew 20 karmendên Gazprom bi firokeke Qeterî hatine Herêmê û kesekî ku rastî korona bûyî di nav wan de bûye.”
Çend rojan berê Kurdekî ku bi korona ketibû, ji Îtalya çûbû Qeter û ji wir bi firokeke Qeterî vegeriyabû Herêma Kurdistanê. Karmendên Gazprom, ku ew jî çûbûne Qeterê, bi heman firokê çûne Herêma Kurdistanê.
Jaleyî got:
“Ji bilî wan 20 karmendan, 16 karmendên din ên kompaniyê ku pêwendî bi wan 20 kesan re kiribûn, hatine veqetandin, û ew Kurd in.”