Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa jiber Korona Hemî Xwendingehan Dadixe


Muzexaneya Louvre li Parîsê
Muzexaneya Louvre li Parîsê

Hikûmeta Fransa biryar da ku ji roja Duşemê pê ve hemî dibistan û zanîngehên li welêt bigire.

Li Fransa pirtir ji 2000 pêketîyên vîrusa korona hene ku ew hejmar, li Ewrupa piştî ya Îtalya ya herî zêde ye.

Vîrusa korona li Fransa heta niha 61 kes kuştine.

Serokwezîrê Fransa Edouard Philippe dîyar kir ku bo ew rê li ber belavbûna vîrusa korona bigirin, wan hemî kombûnên bi pirtir ji 100 kes qedexe kirine.

Li ber e ku Serokomarê Fransa Emmanuel Macron û Serokê Amerîka Donald Trump îro Înê ser vîrusa korona biaxifin.

Trump biryar dabû ku xêncî Brîtanya hemî serdanên ji welatên Ewrupa yên ber bi Amerîka ve werin qedexe kirin.

XS
SM
MD
LG