Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vîrusa Korona li 125 Dewletan Belav Bûye


Kesêln ku ji Venezuela tên nav Kolombîya bi maskên parastinê
Kesêln ku ji Venezuela tên nav Kolombîya bi maskên parastinê

Vîrusa korona ya bi navê Covid-19 belavbûna xwe ya li seranserê cîhanê didomîne.

Covid-19 ya di Berfanbara borî de li Wuhan ya Çînê derketibû, heta niha derbazî 125 welatan bûye.

Wê vîrusê li temamê cîhanê bi qasî 5000 kes kuştine.

Agahîyên ku karbidestên saxlemîyê nîşan didin ku bi qasî 70,000 pêketîyên Covid-19, piştî dermankirina li nexwaşxaneyê ji wir derketine.

Ew vîrus herî zêde li Çîn, Îtalya û Îranê belav bû û li wan sê dewletan bû sedema mirina mirovan.

XS
SM
MD
LG