Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Dibêje Emê Dîsa li Meclisê Bin, Buldan Jî Dibêje Emê 100 Kursiyan Bidest Bixin


Hevseroka Partîya Gelan ya Demokratîk (HDP) Pervîn Buldan di komcivîna partîya xwe de li ser hilbijartinan axivî.

Buldan dîyar kir ku wan armanc kiriye ku ew li parlamanê bi kêmî ve 100 kursîyan bi dest bixin.

‘’Me soz daye ku em desthilata Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) û Partîya Tevgera Neteweperest (MHP) ji welêt rakin’’ Buldan got.


Wê dîyar kir ku ewê hesabên hemî felaket û krîzan jî ji AKP û MHP’ê bipirsin.

Hevseroka HDP’ê bang li hemwelatîyan kir ku dawî li sîstema gefxwarin û zextan bînin.

Buldan dîyar kir ku ewê di hilbijartinê de desthilatê bi şertê ku careke din venegerin gêr bikin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan ya Anadolu (AA) ya Dewleta Tikriyê, Serokkomar R. T. Erdogan di bernama fitarê de bal kişand ser hilbijartinên 14ê Gulanê û got ewê dîsa li Meclisê bin û wiha dewam kir: "Cihê ku Tirkiye îro gihîştiye lûtkeya sedsala ewil e ku me li dû xwe hiştiye, piştî vê Sedsala Tirkiyeyê ya ku armanca me ye, ew gava me ya ewil e jî."

Jêder: Twitter, HDP/AA

XS
SM
MD
LG