Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP, jiber Kêşeyên li Herêma Erdhejê Hikûmeta Tirkîyê Rexne Dike


Hevserokê Partîya Demokratîk yê Gelan (HDP) Mîthat Sancar di komcivîna partîya xwe de desthilat jiber kêşeyên li herêma erdheja rexne kir.

Sancar dîyar kir ku li herêma erdhejê ji dermanan heta avê hîn gelek pêdivîyên serekî demûdest hewce ne.

‘’Em dipirsin, ka bacên erdhejê yên 21 sal in têne top kirin û bi qasî 38 mîlyar dolar e kanîn?’’ Buldan pirsî.

Wî got ku ewê hesabê vê yekê ji desthilatê bipirsin û dîyar kir ku bo bi mîlyonan însanên êşa wan giran e ev berpirsîya wan e.

Hevserokê HDP’ê dîyar kir ku desthilat siberoja 85 mîlyon welatîyên Tirkîyê li gor berjewendîyên xwe bi kar tîne û got ku ewê welêt ji destê wan rizgar bikin.

HDP bi hin partîyên çep re di Hevbendîya Ked û Azadîyê de û hîn ne dîyar e ku ewê bo hilbijartinên serokomarîyê berbijarekî raber bike yan ne.

Di rojên borî de, HDP’ê piştî eşkere bûbû ku Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu berbijarê Hevbendîya Milet e, bang li wî kiribû ku bi partîya wan re bicive.

Kiliçdaroglu ser banga HDP’ê gotibû ku ewê bi hevserokên hêja yên HDP’ê re bicive.

Jêder: Twitter, HDP

XS
SM
MD
LG