Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kiliçdaroglu û Hevserokên HDP'ê Dibêjin Navnîşana Çareserîya Pirsa Kurdî Meclîs E


Berbijarê Serokomarîyê yê Hevbendîya Milet Kemal Kiliçdaroglu bi hevserokên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar re civîya.

Di civînê de Kiliçdaroglu û Buldan û Sancar ser çareserîya pirsa Kurdî, qeyumên li şaredarîyan û girtîyên sîyasî danûstandin kirin.

Kiliçdaroglu piştî civînê bi preskonferansekê ragihand ku çareserîya pirsa Kurdî li parlamana Tirkîyê ye.

Wî dîyar kir ku ew bi hevserokên HDP’ê re ser gelek mijarên Tirkîyê axifîye û got ku divê ew li gor demokrasîyê tevbigerin.

‘’Eger hûn dest deynin ser îradeya milet ewê dijî demokrasîyê be. Divê em li her cîhî di her şertî de berevanîya demokrasîyê bikin. Bi ti awayî em qebûl nakin erkdarkirin qeyuman bidomin’’ Kiliçdaroglu got.

Kiliçdaroglu ser gumana girtina HDP’ê jî dîyar kir ku di sedsala 21an de nabe ku partî bi biryarên dadgehê werin girtin.

Di axaftina xwe de, Kiliçdaroglu ser astengên li pêş zimanê Kurdî jî peyivî.

Wî dîyar kir ku li meclîsê gava yek bi Kurdî diaxife ew li belgeyan wek ‘’zimanê nayê zanîn’’ tê nivîsîn û got ku ev helwest nayê qebûl kirin.

‘’Kanaleke TRT’ê heye ku nav TRT Kurdî ye, weşanê dike. Çawa dibe ku hûn vî zimanî wek zimanê nayê zanîn dinivîsin.’’ Kiliçdaroglu got.

Berbijarê Serokomarîya Hevbendîya Milet dîyar kir zimanê fermî Tirkî ye, lê Kurdî bi hezar in sal in tê axaftin û nabe ku ew wek zimanê nayê zanîn were nivîsîn.

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan jî dîyar kir ku wan xwestiye ku nîşan bidin çareserîya pirsa Kurdî li parlamanê ye û jiber vê jî wan hevdîtin li meclîsê kiriye.

Buldan got ku ew bi Kiliçdaroglu ser kêşeyên li Tirkîyê peyivîne.

Wê dîyar kir ku ew ser karên li piştî hilbijartinê jî bi hev şêwirîne.

Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar jî got ku serdana Kiliçdaroglu bo wan rewşeke hêja ye.

Sancar kêşeyên li piştî erdhejên Meraşê bi bîr anî û dîyar kir ku erdhejan raber kiriye ku Tirkîye di krîzeke mezin de ye.

Wî got ku ew bi Kiliçdaroglu bi awayekî avakar axifîne û dîyar kir ku ewê di demeke nêz de biryara xwe ragihînin.

XS
SM
MD
LG