Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Buldan: Jibo Kurdan Gefên Herî Mezin AKP û MHP Ne


Hevseroka Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Pervîn Buldan li Mêrsînê di mîtîngekê de got ku dijî Kurdan gefên herî mezin Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) û Partîya Tevgera Neteweperest (MHP) ne.

Buldan dîyar kir ku Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan dixwaze dengên Kurdan bistîne, lê ew dijî wan gefan jî dixwe.

‘’Bi nêzîkbûna hilbijartinê re, jibo dengên Kurdan bistîne behsa Kurdan dike. Jibo Kurdan gefên herî mezin hûn in. Gefên herî mezin AKP û MHP ne’’ Buldan got.

HDP di hilbijartinên 14’ê Gulanê de jiber doza li ser wê ji lîsta Partîya Çep ya Kesk dikeve hilbijartinan.

Ew partî ya di Hevpeymanîya Ked û Azadîyê de di hilbijartina serokomarîyê de piştgirî dide berbijarê Hevpeymanîya Netew Kemal Kiliçdaroglu.

Serokê Partîya Memleket Muharrem Înce îro Pêncşemê ragihand ku ew ji berbijarîya serokomarîyê vekişîye.

Xêncî Erdogan û Kiliçdaroglu, berbijarê Hevpeymanîya Ata Sînan Ogan jî heye ku wî jî îro piştî vekişîna Înce dîyar kir ku ewê venekişe.

Piranîya anketan raber dikin ku Kiliçdaroglu li hember desthilata Erdogan berbijarê herî xurt e.

Jêder: AKP, CHP, HDP, Partîya Memleket, Hevpeymanîya Ata, Twitter

XS
SM
MD
LG