Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Buldan li Colemêrgê Peyvajoke Nû ya Aştîyê Destnîşan Kir


Hevseroka Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Pervîn Buldan li Colemêrgê ser peyvajoya aştîyê axifî.

Buldan destnîşan kir ku ewê piştî hilbijartina peyvajoyeke aştîyê destpê bike, lê dîyar kir ku îcar ewê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) li maseyê tunebe.

‘’Ewê çareserî bi gelên Tirkîyê re, bi Partîya Çep ya Kesk re were. Em mizginîya vê didin we’’ Buldan got.

Wê got ku ew dixwaze mizgînîyeke din bide ku ew jî têkçûna AKP’ê ye.

Buldan dîyar kir ku ewê di hilbijartinên 14’ê Gulanê de AKP û Partîya Tevgera Neteweperest (MHP) ji desthilatê gêr bikin.

HDP jiber doza ser girtina partîyê ji lîsta Partîya Keskên Çep dikeve hilbijartinan.

Jêder: HDP, Twitter

XS
SM
MD
LG