Hevseroka Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Pervîn Buldan li Tarsus ya Mêrsînê beşdarî li bernameyeke fitarê kir.
Buldan di bernameyê de dîyar kir ku hilbijartina 14’ê Gulanê dîrokî ye.
Wê got ku ewê di vê hilbijartinê de Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ji desthilatê gêr bikin û dest bi avakrina Tirkîyeyeke nû bikin.
"Pêdivîya Tirkîyê bi aştîyê heye, lê budçeya wê bo şer tê xerc kirin. Emê bi seferberî û hevkarîyê, bi pêgirî serfiraz bin."
Jêder: Ajansa Mezopotamya