Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gotûbêja Biden û Trump

04:41 28.6.2024

Nûçeyên dawî derbarê gotûbêja yekê ya seroktîyê di navbera Joe Biden û Donald Trump de.

Pirsa Yekê - Aborî

p de kir. Di heman demê de Trump behsa rewşa baş ya aborî di dema seroktîya xwe de kir. Wî pesna rêvebirîya xwe di serederîya ligel pandemîya Koronayê de da.

Dora 3 ji 10 Amerîkîyan di anketeke meha Gulanê ya Gallupê de got ku aborî pirsgirêka herî girîng e ku welêt rûbirûyê wê ye, lê ew çend pirsgirêkên aborî di nav wê yekê de hebûn.

Dora 1 ji 10 Amerîkîyan jî bi taybetî bal kişand ser zêdebûna buhayê jîyanê yan enflasyonê. Dora 2 ji 10 Amerîkîyan got ku koçberî pirsgirêka herî mezin li Amerîkayê ye. Herwiha, 2 ji 10 got ku hikûmet/rêbertîya lawaz pirsgirêka herî mezin e.

04:54 28.6.2024

Nûçeyên dawî derbarê gotûbêja yekê ya seroktîyê di navbera Joe Biden û Donald Trump de.

AP: Trump û Biden çend şaştîyên rastîyê dikin

Joe Biden û Donald Turmp di destpêka gotûbêja Pêncşemê bi şev de çend şaştîyên rastîyê kirin.

Biden di destpêka axaftina xwe de şaştîyek kir, tê de got ku wî 15,000 derfetên kar li Amerîkayê peyda kiriye. Li hejmara durist bêtirî 15 milyonan e. Ji bo kesekî ku hewl dide bawerîya dengderan bi rêbertîya xwe ya aborî bîne, ev yek kêmkirineke dramatîk e.

Biden herwiha got, "derzîya însulînê bi 15 dolaran e, hember 400 dolaran." Lê buhayê ji bêrîkê jibo însulîna bo Amerîkîyên bi temen li ser bîmeya saxlemîyê (Medicare) di Qûnana Kêmkirina Enflasyonê ya ku Biden sala 2022'an îmza kir, gihişt 35 dolaran. Ew nirx sala borî karîger bû, dema ku gelek kompanîyn dermansaz ragihand ku ewê buhayê vî dermanî daxînin bo 35 dolaran jibo piranîya bikarhênerên sîgortaya taybet.

Ji alîyê xwe ve, Trump got ku aborîya Amerîka amade bû ku destpê bike qerzên xwe yên niştimanî berî Koronayê bide. Lawazbûna budceyê lê jêr Trump bilind dibû jiber ku birîna bacên 2017'an pereyên li xwe neda wekî ku wî soz dabû. Dema Trump hate ofîsa seroktîyê, Amerîka bi 585 milyar dolar deyndar bû û di 2019'an de gihişt 984 milyar dolaran. Di 2020'an de jî gihişt 3 trilyon dolar piştî ku pandemîyê destpê kir, li gor Ofîsa Koşka Sipî ya Rêvebirin û Budceyê.

Trump herwiha îdîa kir ku bi "milyonan" kes ji zindan û nexweşxaneyên derûnî hatine Amerîkayê. Belge ji bo piştgrîya van îdîayan tune ne.

- The Associated Press

05:17 28.6.2024

Nûçeyên dawî derbarê gotûbêja yekê ya seroktîyê di navbera Joe Biden û Donald Trump de.

Mijara Jiberbirina Zarokan

Serok Biden got ku serokê berê Donald Trump berpirs e hember astengkirinên ku wîlayetên Amerîkî danîne ser jiberbirina zarokan ji dema ku qanûna Roe v. Wade hatiye betalkirin. Wê qanûna mafê jiberbirina zarokan ser asta federal diparast. Ew sala 2022'an ve ji alîyê Dadgeha Bilind ve hate betalkirin.

Wekî serok, Trump sê dadwer jibo Dadgeha Bilind ya Amerîkayê danî. Ew dadwer bûn alîkar ku mafê destûrî yê jiberbirinê betal bikin -- Trump bi xwe pesna rola xwe di wê yekê de daye.

Kempeyna Biden girêdana Trump bi betalkirina Roe v. Wade û bandora wê ser jinên avis li seranserê Amerîkayê kiriye xaleke serekî. Biden herwiha hişyar daye ku gereke din ya seroktîya Trump dê bibe sedema astengkirinên ser jiberbirinê li seranserê Amerîkayê.

05:39 28.6.2024

Koçberî û Sînorên Welêt

Serokê berê Donald trump got ku koçberên bi awayekî ne qanûnî tên Amerîkayê li "otelên luks" tên bicihkirin, li vê dema ku leşkerên dêrîn li ser kolanan dijîn.

Wekî dihat çaverêkirin, wî herwiha bi giranî behsa tawankarîya koçberan kir. Wî herwiha got ku koçberên bi awayekî ne qanûnî derbazî Amerîkayê dibin ji "nexweşxaneyên derûnî" tên. Wî ti delîl jibo vê îdîayê nedayê, ku wî li gelek mîtîngan dubare kiriye.

Trump herwiha got ku di dema wî de "sînor yê herî ewle di dîrokê de" bû -- ev îdîa cihê pirsê ye ku gelek caran ji alîyê wî ve hatiye bikaranîn.

Serok Joe Biden jî ser xalên xwe ya herdemî derbarê koçberîyê ma. Wî behsa kêmbûna rêjeya girtina koçberên ne qanûnî bi 40% kir ji dema ku fermaneke seroktî jibo rawestandina penaxwazîyê derxistiye.

Ew hewl dide ku piştgirîyê li ser mijara koçberîyê wergire, jiber ku ew mijar bûye pirsgirêkeke niştimanî, ne tenê di nav Komarîyan de.

Li gor rapirîsîneke AP-NORC, 3 ji nav 10 Amerîkîyan piştgirîya sîyaseta Biden ya koçberîyê dikin. Di nav Demokratan de 6 ji 10 Amerîkîyan piştgirîya siyaseta Biden dikin, lê di nav kesên serbixwe de tenê 2 ji 10 Amerîkîyan piştgirîyê didin wî. Di nav Komarîyan de jî kêmî 1 ji 10 kesan piştgirîya wî derbarê vê mijarê dikin.

- The Associated Press

Pirtir bar ke

XS
SM
MD
LG