Windakirina Zincîra Hizrên Xwe
Biden yê 81 salî xuya bû ku zincîra hizrên xwe winda kir dema ku bersîva pirsekê derbarê deynê niştimanî dida.
Dengê wî çend caran dadiket û di destpêkê de jî li şûna ku bêje "milyardêr," wî got "trilyonêr" berî ku xwe serrast bike.
Paşê, li dema ku digot divê kesên dewlemend bêtir bacê bidin, xuya kir ku ew nikare hevoka xwe temam bike. Ew bo kêlîkekê rawestîya, berî ku hizra xwe bi şêweyekê temam bike bêyî ku were fêmkirin.
Li şûna ku behsa têkbirina COVID-19 bike, Biden got: "Me di dawîyê de Medicare têk bir."
Trump yê 78 salî yekser bersiv da.
"Ew rast dibêje. Wî Medicare têk bir. Wî ew heta mirinê têk bir."
Nebûna Silavê û Ketina Deng
Biden û Trump nehezkirina xwe ji hev re venaşêrin. Dema ku herdu hatin hola gotûbêjê, wan bi destan silav li hev nekir. Biden di dema axaftina xwe de ji Trump re digot: "ev kes."
Biden, bi dengekî ketî, Trump bi wê yekê tawanbar ku wî aborîyeke xirab li dû xwe jê re hiştibû, wekî bersîva pirsa yekê ya bêjer derbarê bilindbûna buhayê kelûpelan.
Trump bersiv da ku serederîya Biden ligel COVID "kareset" bû û got ku enflasyon "me dikuje."
Serokê berê Donald Trump berpirsîya şerê Ukraynayê xist stûyê Serok Biden. Wî got: “Eger me serokekî rasteqîn heba, serokekî ku ji alîyê (Serokê Rûsya Vladimir) Putin ve dihate rêzgirtin, ewê Putin qet êrîşî Ukraynayê nekiriba.”
Piştî Trump got ku ew dikar şerê Rûsya û Ukrayna berî bibe serok çareser bike, Biden li hember wî derket û got ku Putin li Ukraynayê tenê ranaweste. “Tu bawer dikî dê çi bi wan welatên NATO’yê bê?" Biden herwiha berevaniya hevpeymanîya NATO da û got ew li dû yekîtîya ku piştî êrîşa Rûsya bo Ukraynayê hate holê bû. "Di rastîyê de, min 50 welat din ji seranserê cîhanê hene ku piştgirîya Ukraynayê dikin.”
Derbarê Sûcdarkirina Trump di Doza New York de
Piştî dora 45 xulekan ji destpêbûna gotûbêjê, Serok Joe Biden dawîya dawî behsa sûdcarkirina tawankarîyê ya Trump ya li New York kir.
Li dema nîqaşkirina serhildana 6'ê Rêbendana 2021, Biden got: "Kesê bi tenê li ser vê dikê ku tawankarekî sûcdar e ev mêrê ku ez aniha lê dinêrim." Wî behsa Trump dikir.
Trump paşê xwest dûrî kêşeyên xwe yên qanûnî bike. Wî êdî behsa kurê Biden, Huntir, wekî "tawankarekî sûdcar" kir.
Trump behsa tawanbarîya kurê herî biçûk yê Biden vê mehê ser sê tawanên hilgirtina çekan dikir. Trump herwiha îdîayên xwey yên girêdayî malbata Biden û Ukrayna kir. Ev bi xwe jî xaleke êrîşê ye ku Komarî gelek caran bikar tînin.
- The Associated Press