Bajar bi birc û avahîyan xweş e, lê li pişt vê taxên hejar û banên naylonî hene. Li taxên xizan yên Duhokê rêjeya xizanî û bêkarî gelek bilind e.
Li vî bajarî kar tuneye, ciwan carinan li ber tav û germê li benda kar in, lê gelek ji wan dest vala vedigerin malên xwe.
Zanistên aborî dîyar dikin ku li Herêma Kurdistana Îraqê mûçeya herî kêm li Duhokê ye û tevî ku ev bajar hevsînora Tirkîye û Sûrîyê ye, ti sûdê ji wê yekê nagire û hatina hejmareke zêde ya penaberan derfeta kar jibo Duhokîyan kêmtir kiriye