Jêderên li devera Amêdî ya Duhokê ragihand ku êrîşên Tirkîyê yên dijî gerîlayên PKKê li deverê didomin.
Xizmên qurbanîyan dibêjin ku DAIŞ ji destpêkê heta dawîya desthilata xwe li Mûsilê bi hezaran kes kuştine. Çala Xefsê yek ji wan cîhan e ku bi hezaran qurbanîyên DAIŞê tê de hatine veşartin
Li Mûsilê amadekarîyên eyda ramazanê destpê kiriye
Ev pirtûkhezê Mûsilî 50 sal in ku li ser rêya Zanîngeha Mûsilê pirtûkan difroşe. Lê, jibo kesên ku derfeta wan tuneye, pirtûkan wek dîyarî pêşkêş dike.
Karwaneke din ya qurbanîyên serdema hovitîya DAIŞê, piştî eşkerekirna nasameyên wa ji alîyê Bijîşkîya Dadwerî ve li Bexda, gihîştîn Mûsilê. Hinek jî wan termên yên Kurdên Ezîdî ne û ew ji Şengalê re hatin şandin
Xortê Kurd Neşwan li Duhokê dijî. Ew di hefteyeê de 4 rojan diçe Mûsilê ku qanûnê fêrî hunerhezan bike
Efûya Giştî ya zîndaniyan li Îraqê û pesendkirina wê ji aliyê Dadgeha Fedral de, niha tê cîbicîkirin bi mercê ku kesên destê wan ligel terorê hebe nekevin di nava efûyê de.
Li jêr dirûşmeya “Kultura me, nîşana resenatiya me ye” Festîvala salane ya Laliş ya kulturî hat lidar xistin. Di Festîvalê de hunera resen hat nîşandan û kesên xizmeta ol, kultur û dîroka Êzidiyan kirî hatin xelat kirin.
Ji dema hatina DAIŞ’ê ya Mûsilê ya sala 2014’an vir ve, Banka Navendî ya Îraqê cezayên tund li ser wî bajarî danîbûn. Jiber wê biryarê ti danûstandineke fermî yan bazara pereyan tunebû û ne şandin û ne jî sitandina pereyan ji dervayê bajêr ne pêkan bû.
Sê projeyên girîng li Mûsilê bi dawî hatin: Mizgefta Nûrî yê Mezin ku Ebûbekir Bexdadî tê de Dewleta Îslamî di serdema DAIŞê de ragihandibû. Herwiha Mînareya Hedba, Dêra Tahira û Dêra Sa'a. UNESCO û Îmarat heft sal in bi navê vegerandina gîyanê Mûsilê li ser vê projeyê dixebitin.
Bavê Rêyaz, ev 40 sal in jenîna Tembûrê û nivîsandina stranan beşekî mezin di jiyana wî de girtine. Ew ji Derika Hemko ye û bû 13 sal in li kampa Domîz a Herêma Kurdistana Îraqê dijî. Ew li wir bi stranan bersiva êşa derbiderîyê dide.
Bertekên piştî guhertina qanûna rewşa kesane li kolanên Sunnî yên Îraqê, bi taybetî li Mûsilê dîyar bûn. Çalakvanên civaka sivîl zêdetirî salekê ye li dijî guhertina qanûna kesayetî nerazîbûn nîşan didin û dibêjin ku ew ne di xizmeta jinên Îraqê de ye
Pejirandina efûyê bû sedema bertekên mezin. Hin kes kêfxweş bûne, lê hinekên jî hêrs bûne. Hin malbat zêdeyî 8 sal in ku li benda zarokên xwe ne ku salek piştî azadkirina Mûsilê,li gor benda 4ê ya qanûna cezayê ya Îraqê ya sala 2005ê hatine girtin.
Jinên Mûsilî di bazara berhemên xwemalî de karên ku bi destên xwe çêkirine nîşan didin û bi firotina wan dabara xwe dikin. Rojane hejmareke girîng ji Mûsilîyan serdana vê bazarê dikin ku berhemên bi kalîteya baş û bi erzanî bikirin
Piştî guhertinên li Sûriyê çêbûn, tirs li Îraqê bi giştî û li Mûsilê bi taybet çêbûye ku rewşa li Sûriyê bandora xwe li Îraqê jî bike. Welatî dibêjin, bazar sist bûye û tirs heye ku rewşa ewlekarî û aborî aloztir bibin.
Minareya Hedba, di dema Selçûqîyan de, di sala 1172'an de ji alîyê Nûredîn Zenkî ve hatiye ava kirin. Ew di sala 2017an de ji alîyê çekdarên DAIŞê ve hatibû peqandin. Niha UNESCO bi projeyeke taybet wê mînareyê jinûve çêdike.
Mozexaneya Niştîmanîê ya Mûsilê piştî ku ji aliyê DAIŞ'ê ve hatbû wêrankirin niha 90%ê hatiye vegerandin û nûjenkirin.
Kampa Domîz di sala 2011an de jibo penaberên Kurdên Sûrî li devera Domîz ya Duhokê hatibû vekirin. Lê, penaberên li kampê gazincan dikin ku karbidest ji mêjve girîngî nadin wê kampê.
Li rojhilatê Mûsilê bi taybet li devera Qezafexra zêdetirî 4 hezar erd ji alîyê rêvebirîya Mûsilê ve li ser malbatên şehîdan û karmendan hatine dabeş kirin. Lê, rexne hene ku ew partî girêdayî Heşda Şeibî ne û piranîya wan Şîa ne.
Pirtir bar ke