Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Qurbanîyên Erdheja Tirkîyê bi Domdarî Zêde Dibe

Tîmên rizgarkirinê bi sermaya dijwar re rûbirû man di pêşbaziyekê de li dijî demê ji bo dîtina kesên sax di bin avahiyên wêranbûyî de.

18:07 7.2.2023

Li gor ragihandina Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan hejmara giştî ya kuştîyên erdheja malwêran ya li Tirkîyê bûye 3 hezar û 549 û ya birîndaran jî giheştiye 22 hezar û 168 kesan.

Erdogan dîyar kir ku cihê şabûnê ye ku heta niha pirtir ji 8 hezar hemwelatî ji bin kavil û paşmayîyên avahîyên rûxandî, bi zindî hatine derxistin.

19:16 7.2.2023

Rêvebirîya Rewşên Awarte û Felaketê ya Tirkîyê (AFAD) ragihand ku di du erdhejên hêzdar de heta niha 3 hezar û 703 kes hatine kuştin.

AFAD da zanîn ku hejmara kesên birîndar jî 22 hezar û 286 e.

19:59 7.2.2023

Rêvebirîya Rewşên Awarte û Felaketê ya Tirkîyê (AFAD) ragihand ku di du erdhejên hêzdar de heta niha 4 hezar û 544 kes jîyanln xwe hinda kirine.

AFAD da zanîn ku hejmara kesên birîndar jî 26 hezar û 721 e.

21:06 7.2.2023

Rojnameya New York radigihêne ku hejmara kesên ku di erdhejên hêzdar de mirine, giheşt herî kêm 6,200 kesan ku 4544 ji wan li Tirkîyê û dora 1700 jî li Sûrîyê ne.

Rêvebirîya Rewşên Awarte û Felaketê ya Tirkîyê (AFAD) ragihandibû ku heta niha 4 hezar û 544 kes di erdhejî de mirine û 26 hezar û 721 kesên din jî birîndar bûne.

Berpirsê Rewşa Tengavî ya Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) Dr. Gerald Rockenschaub hişyarî da ku bi derbazbûna her kêlîyekê îhtîmala zindîmayîna qurbanîyan kêmtir dibe.

Hewilên rizgarkrinê li nahîya Cindirêsê ya Efrînê
Hewilên rizgarkrinê li nahîya Cindirêsê ya Efrînê

Pirtir bar ke

XS
SM
MD
LG