Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Qurbanîyên Erdheja Tirkîyê bi Domdarî Zêde Dibe

Tîmên rizgarkirinê bi sermaya dijwar re rûbirû man di pêşbaziyekê de li dijî demê ji bo dîtina kesên sax di bin avahiyên wêranbûyî de.

21:43 7.2.2023

Wezîrê Saxlemî yê Tirkîyê Fahrettîn Koca ragihand ku hejmara kuştîyên di erdhejên mezin de giheşt 5 hezar û 434 kesan.

Koca da zanîn ku hejmara kesên birîndar jî 31 hezar û 777 e.

Wezîrê Berevanî yê Tirkîyê Hulusî Akar jî got ku ew bi 75 firok û helîkopteran alîkarîya mexdurên erdhejê dikin.

Wî da zanîn ku niha firîngeha Melêtî vebûye û ewê êdî di gîhandina alêakrîyan de wê firîngehê jî bixebitînin.

22:13 7.2.2023

Wezîrê Saxlemî yê Tirkîyê Fahrettîn Koca ragihand ku hejmara kuştîyên di erdhejên mezin de giheşt 5 hezar û 434 kesan.

Koca da zanîn ku hejmara kesên birîndar jî 31 hezar û 777 e.

Koca herwiha hejmara kuştî û birîndaran ya li hermî bajaran jî eşkere kir:

Entab: 504 mirî, 4809 birîndar

Semsûr: 896 mirî, 400 birîndar

Mereş: 1243 mirî, 5000 birîndar

Hatay: 1647 mirî, 6200 birîndar

Ruha: 127 mirî, 2551 birîndar

Amed: 120 mirî, 3993 birîndar

Melêtî: 200 mirî, 4000 birîndar

Osmanîye: 502 mirî, 2173 birîndar

Kîlîs: 22 mirî, 518 birîndar

Elazîz: 5 mirî, 379 birîndar

Wezîrê Berevanî yê Tirkîyê Hulusî Akar jî got ku ew bi 75 firok û helîkopteran alîkarîya mexdurên erdhejê dikin.

Wî da zanîn ku niha firîngeha Melêtî vebûye û ewê êdî di gîhandina alêakrîyan de wê firîngehê jî bixebitînin.

22:16 7.2.2023

Tîmên USAID yên Lêgerîn û Rizgarkirinê Dê Roja Çarşemê Bigihin Tirkiyê

Du tîmên Ajansa Geşepêdana Navnetewî ya Amerîkî dê sibeha Çarşemê bigihin Tirkiyê û dê biçin parêzgeha Samsûrê li başûrê rojhilatê welêt ji bo alîkariya lêgerîn û rizgarkirinê piştî erdhejên ku zêdetirî 6,300 kes kuştin û wêraniyeke mezin li Tirkiyê û Sûriyê li dû xwe hişt.

USAid Logo
USAid Logo

Serokê Tîma Bersiva Alîkariyê yê USAIDê ji bo bersivdayîna erdhejê, Stephen Allen, roja Sêşemê ji rojnamevanan re got ku dê her tîmek nêzîkî 80 kesan bin û ew dê li gel xwe 12 kûçikan û dora 77ton alavên taybet bibin, di nav de jî alavên veqetandin û şikandina bêtonê.

01:12 8.2.2023

Hejmara Qurbaniyên Erdheja Tirkiyê û Sûriyê 7,800 Derbas Kir

Tîmên rizgarkirinê li Tirkiyê û Sûriyê roja Sêşemê bi sermaya dijwar re rûbirû man di pêşbaziyekê de li dijî demê ji bo dîtina kesên sax di bin avahiyên wêranbûyî de bi sedema erdheja ku di encamê de ta niha zêdetirî 7,800 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Erdhejên ku azera xelkê li deverên sînorî yên ku berê di nav şer de ne zêdetir kir, hişt ku xelk li kolanan bermayiyan bişewitînin û hewl bidin ku germ bimînin heta ku alîkariyên navnetewî digihin wan.

Lê hin çîrokên neasayî yên rizgarbûnê derketin pêş, di nav de jî keçeke nûbûyî ku bi saxî ji bin kavilan li Sûriyê hat derxistin, ku hîn jî navka wê bi diya wê ya ku di erdheja roja Duşemê de mir ve girêdayî bû.

APTOPIX Syria Turkey Earthquake Newborn Rescue
APTOPIX Syria Turkey Earthquake Newborn Rescue

Xizmekî malbatê bi navê Xelîl el-Suwadî ji AFP re got: "Me dengek bihîst dema ku me dikoland." "Me toz paqij kir û zaroka ku navka wê û diya wê bi hev ve bûn dît, me navka wê birî û pismamê min ew bir nexweşxaneyê."

Keça nûbûyî tenê kesa sax e ji malbata wê ya nêzîk, yên mayî li bajarokê Cindêrisa Efrînê ku di bin destê serhildêran de ye hatin kuştin.

Erdheja bi lerza 7.8 roja Duşemê dema ku xelk di xew de bûn rû da, bi hezaran avahî wêran kirin, hejmareke nenas di bin kavilan de man û dibe ku bandorê li mîlyonan kes bike.

Tevahiya rêzên avahiyan hilweşiyan, wêraniya herî giran li nêzî navenda erdhejê ya di navbera bajarên Entabê û Mereşê yên Tirkiyê de bû.

Wêrankirin bû sedem ku Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan roja Sêşemê li 10 parêzgehên başûrê rojhilatê welêt rewşa awarte ya sê mehan ragihîne.

Çavkanî: AFP

Pirtir bar ke

XS
SM
MD
LG