Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Qurbanîyên Erdheja Tirkîyê bi Domdarî Zêde Dibe

Tîmên rizgarkirinê bi sermaya dijwar re rûbirû man di pêşbaziyekê de li dijî demê ji bo dîtina kesên sax di bin avahiyên wêranbûyî de.

20:28 6.2.2023

Wezîrê Saxlemî yê Tirkîyê ragihand ku hejmara kuştîyên du erdhejên bi hêz yên li Tirkîyê giheştiye 1651 kesan. Koca da zanîn ku heta niha 11,119 kes ji birîndar bûne.

20:58 6.2.2023

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan dîyar kir ku jiber qurbanîyên erdhejê heft roj şîna netewî ragihand.

21:16 6.2.2023

Wezareta Saxlemî ya Sûrîyê ragihand ku di encama erdhejan de heta niha 960 kes jîyanên xwe ji dest dane, herî kêm 2400 kesên din jî birîndar bûne.

21:37 6.2.2023

Hevkarêm me Ozlem Yasak û Sîrwan Qiço reaksîyona hikûmeta Amerîkî ya hember zîyana erdhejê li Tirkîye û Sûrîyê dinirxînin: https://fb.watch/ix0yCIUf28/

Nûçegîhanê me yê Qamişlo Zana Omer jî rewşa dawî ya ji herêma Cizirê radigihîne: https://fb.watch/ix1fmNN4OW/

Pirtir bar ke

XS
SM
MD
LG