Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Qurbanîyên Erdheja Tirkîyê bi Domdarî Zêde Dibe

Tîmên rizgarkirinê bi sermaya dijwar re rûbirû man di pêşbaziyekê de li dijî demê ji bo dîtina kesên sax di bin avahiyên wêranbûyî de.

22:16 6.2.2023

Rêvebirîya Rewşên Awarte û Felaketê ya Tirkîyê (AFAD) ragihand ku hejmara kuştîyên du erdhejên mezin yên li Tirkîyê bû 1762.

Hewilên hawarçûn û rizgarkirinê li Edenê
Hewilên hawarçûn û rizgarkirinê li Edenê

Rêvebirê AFAD’ê Orhan Tatar ragihand ku hejmara birîndaran ji giheşt 12 hezar 68 kesan û bi giştî 5 hezar û 606 avahî hilweşîne.

23:29 6.2.2023

Rêvebirîya Rewşên Awarte û Felaketê ya Tirkîyê (AFAD) ragihand ku hejmara kuştîyên du erdhejên mezin yên li Tirkîyê bû 2316.

Rêvebirê AFAD’ê Orhan Tatar ragihand ku hejmara birîndaran ji giheşt 13 hezar 293 kesan û bi giştî 6 hezar û 217 avahî hilweşîne.

00:42 7.2.2023

Cîgirê Serokê Tirkîyê Fuat Oktay ragihand ku di encama erdhejên wêranker de heta niha 2379 kes hatine kuştin, 14 hezar û 483 kes jî birîndar bûne.

Altun da zanîn ku di encama xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de 7840 hemwelatî ji bin kavilan hatine derxistin.

02:02 7.2.2023

Di Encama Erdheja Tirkiyê û Sûriyê de Ta Niha 3,600 Mirî Hatine Tomarkirin

Di encama erdheja mezin roja Duşemê li Tirkiyê û Sûriyê de ta dema amadekirina vê raportê zêdetirî 3,600 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran avahî hilweşiyane, di demekê de ku tîmên rizgarkirinê bi destan kavian radikin û li kesên sax digerin.

Hikûmeta Sûriyê û rizgarkeran got ku nêzîkî 1,300 kes li seranserê Sûriyê mirin.

Xizmetên hawarçûnê yên Tirkiyê ragihand ku 2,316 kesên din jiyana xwe ji dest dane û bi giştî 3,600 kes mirine.

Xizmeta hawarçûnê ragihand ku heta niha li Tirkiyê 7,340 kes hatine rizgarkirin û 13,293 kes jî birîndar bûne.

Li Tirkiyeyê ji bo miriyan 7 roj şîn hat ragihandin.

Pirtir bar ke

XS
SM
MD
LG