Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Qurbanîyên Erdheja Tirkîyê bi Domdarî Zêde Dibe

Tîmên rizgarkirinê bi sermaya dijwar re rûbirû man di pêşbaziyekê de li dijî demê ji bo dîtina kesên sax di bin avahiyên wêranbûyî de.

02:40 7.2.2023

Biden ji bo Erdheja Tirkiyê Telefona Erdogan Dike

Serokê Amerîka Joe Biden îro piştî nîvro bi Serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re axivî. Wî dupat kir ku Amerîka amade ye ku ji bo bersivdana vê karesatê her alîkarîya pêwîst bide hevbenda xwe ya NATO Tirkiyê.

Koşka Spî ragihand ku serok Biden li ser navê gelê Amerîkayê sersaxî ji bo kesên ku di erdhejê de birîndar bûne an jî hezkiriyên xwe ji dest dane xwest.

Wî da zanîn ku tîmên Amerîkî zû belav dibin ji bo piştgirîya xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên Tirkîyê û hevrêziya alîkariyên din ên ku dibe ji kesên ku ketine bin bandora erdhejê, di nav de jî xizmetên tenduristî an tiştên bingehîn ên alîkariyê.

03:15 7.2.2023

NY Dibêje Bersiva Erdhejê li Sûriyê Rastî Astengiyan Tê

Berpirsekî radebilind ê alîkariyên mirovî yê NY got ku ziyana li rêyan, kêmbûna sotemeniyê û hewaya dijwar a zivistanê li Sûriyê rê li ajansê digrin da ku bersiva erdheja roja Duşemê ya ku bêtirî 1,200 kes li welêt kuştin bide.

Kordînatorê NY El-Mostafa Benlamlih di hevpeyvînekê de bi rêya vîdyoyekê ji Şamê ji Reutersê re got: "Binesaziya wê ziyan dîtiye, rêyên ku me ji bo karên mirovî bikar dianîn ziyan dîtine... lê em bi baş dixebitin."

Wî destnîşan kir ku gelek kesên ku malên wan wêran bûne şeva xwe li derve an di nav otomobîlan de derbas dikin, pir caran di keşûhewa cemidî de, bêyî tiştên bingehîn mîna çakêt û doşekan.

Wî got ku Neteweyên Yekbûyî kar dike ku hemû alîkariyên ku ji destê wan tê bi lez û bez kom bike ji bo deverên ziyandîtî, hem li deverên di bin destê hikûmetê de û hem jî yên di destê opozisyonê de.

03:53 7.2.2023

Piştî Erdheja Sûriyê Herî kêm 20 Girtiyên Daişê Ji Zindaneka Raco Direvin

Girtiyan roja Duşemê li zindaneke bakurê rojavayê Sûriyê serî hildan piştî erdheja welêt, û herî kêm 20 kes ji zindanê reviyan ku piraniya wan endamên "Dewleta Îslamî" di wan de ne, çavkaniyeke zindanê ji Ajansa France Press re got.

Wêne ji arşîfê ye
Wêne ji arşîfê ye

Zindana polîsê leşkerî li bajarokê Raco ya Efrînê li nêzîkî sînorê Tirkiyê nêzîkî 2,000 girtiyan vedihewîne, ku nêzîkî 1,300 ji wan gumanbarên çekdarên DAIŞê ne, li gor wê çavkaniyê. Di girtîgehê de şervanên hêzên Kurd jî hene.

Berpirsê girtîgeha Racoyê ku di bin kontrola komên alîgirên Tirkiyê de ye, got: "Piştî erdheja ku bandor li Raco jî kir, girtiyan dest bi serhildanê kir û beşek ji girtîgehê xistin bin kontrola xwe."

"Nêzîkî 20 girtîyan reviyan... ku tê bawerkirin çekdarên DAIŞê ne."

04:16 7.2.2023

Korya Başûr Fermana Şandina Tîmên Rizgarkirinê bo Tirkiyê Dide

Serokê Koreya Başûr Yoon Suk-yeol fermanek da ku xebatkarên rizgarkirinê û alavên pizîşkî yên lezgîn bişînin Tirkiyê, li gor nûsîngeha Yoon roja ku roja Sêşemê ragihand, piştî erdheja ku zêdetirî 3700 kes li Tirkiyê û bakurê rojavayê Sûriyê kuştin.

Serokê Korya Başûr Yoon Suk-yeol
Serokê Korya Başûr Yoon Suk-yeol

Nûsîngeha serokatiyê di daxuyaniyekê de got, "Yoon ferman da saziyên hikûmetê yên pêwendîdar ... ku tedbîrên piştevaniyê yên zêde li ser rewşa ku ji Tirkiyê re pêwîst be, peyda bikin."

Pirtir bar ke

XS
SM
MD
LG