Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Qurbanîyên Erdheja Tirkîyê bi Domdarî Zêde Dibe

Tîmên rizgarkirinê bi sermaya dijwar re rûbirû man di pêşbaziyekê de li dijî demê ji bo dîtina kesên sax di bin avahiyên wêranbûyî de.

05:54 7.2.2023

'Li ser Navê Gelê Amerîka', Biden Peywendî bi Erdogan re Dike Û Amadekariya Alîkariyê Radigihîne

Serokê Amerîka Joe Biden îro Duşemê amadebûna Amerîka ji bo pêşkêşkirina "her alîkarîya pêwîst" ji Tirkîyê re dîyar kir piştî erdheja mezin ku serê sibeha Duşemê bi dema herêmî li deverên başûrê wê qewimî.

Koşka Spî di daxuyaniyekê de ragihand ku welatê wan amade ye alîkariyê pêşkêşî "hevalbendê me yê NATOyê, Tirkiyê bike, di bersiva vê karesatê de", û sersaxî jî "li ser navê gelê Amerîkayê ji bo wan kesên ku birîndar bûne yan jî yên xizmên xwe ji dest dane." Di erdhejê de xwas.

Serokê Amerîka Joe Biden Û Serkomarê Tirkiyê R. T. Erdogan
Serokê Amerîka Joe Biden Û Serkomarê Tirkiyê R. T. Erdogan

Serok Biden destnîşan kir, ku li gorî daxuyaniyê, tîmên alîkariyê yên Amerîka ji bo piştgirîkirina xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên Tirkiyeyê û hevkariya jibo alîkariyên din yên ku hewcene, di nav de xizmetên tenduristiyê an jî tiştên alîkariyê yên bingehîn jî hene, ku dê bi lez û bez bihên bicih kirin.

Tirkiye di roja xwe ya duyemîn de bi karesata ku ji ber erdheja wêrankar rû bi rû maye, bi hejmareke zêde ya qurbaniyan, avahî hilweşiyane û bi hezaran malbatên xemgîniyê da ne, tîmên lêgerîn û rizgarkirinê li zêdetirî 10 deverên ziyan dîtine xebatên xwe didomînin.

Li gor amarên dawî yên AFADê, hejmara qurbaniyan gihîştiye 2 hezar û 316 kesan û 13 hezar û 293 kes jî birîndar bûne, tîmên rizgarkirin û lêgerînê jî dibêjin ku 6 hezar û 216 avahî hilweşiyane û 7 hezar û 840 kes jî sax hatine derxistin.

06:50 7.2.2023

Australya û New Zeland Soza Alîkariya Erdheja Didin

Hikûmetên Australya û New Zelandyê roja Sêşemê 7ê Şibatê soz dan ku alîkariyên mirovî pêşkêşî herêmên ku rastî erdhejê hatîn bikin, piştî ku erdhejê zêdetirî 3700 kes li Tirkiyê û bakurê rojavayê Sûriyê kuştîn.

Di konfêranseke rojnamevanî ya hevbeş de li Canberra, Serokwezîrê Austuralya Anthony Albanese got ku Australya weke alîkariya "destpêkî" dê 10 milyon dolarên Awustralyayî (6.9 milyon dolar)ên Amerîkî ji bo alîkariyên mirovahî bide û Chris Hipkins serokwezîrê New Zelandyê jî got dê 1.5 milyon NZ ku dibin(948,000 $) weke alîkarî bo qurbaniyên erhejê bidin.

Turkey Earthquake
Turkey Earthquake

Erdheja bi hêza 7.8 li gelek bajarên Tirkiyê avahiyên apartmanan hilweşand û zêdetir wêranî bi ser milyonan Sûriyên ku jiber şerê li wî welatî koçber bûn anî.

Erdhej berî hilatina rojê di seqayek dijwar da rû da û piştî nîvro jî erdhejek din ya mezin çêbû. Ku heta niha bi hezaran kes mirine û 10 hezaran jî birîndar û bêmal mane, jiber zehmetiya lêgerîna li jêr kavil û xirbeyan li Tirkiyê û Sûriyê heye ku hejmara qurbaniyan zêde bibe.

07:08 7.2.2023

Îsraîl Bo Alîkariya Erdhejê Tîmên Rizgarkirin Û Tendirûstiyê Dişîne Tirkiyê

Artêşa Îsraîlê dibêje, wan tîmeke lêgerîn û rizgarkirinê ya ji 150 endazyaran, tîmên tendirûstî û karmendên din yên alîkariyê dişîne Tirkiyê.

Artêşê got ku ew ê "alîkariya bilez di hewildanên rizgarkirinê de" pêşkêş bike.

Tîma alîkariyên mirovî ya "Çiqên Zeytûnê" ya hêzên parastina Îsraîlê (IDF) ji bo alîkariya qurbaniyên erdhejê diçin Tirkiyê.
Tîma alîkariyên mirovî ya "Çiqên Zeytûnê" ya hêzên parastina Îsraîlê (IDF) ji bo alîkariya qurbaniyên erdhejê diçin Tirkiyê.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got ku wî jî daxwaza alîkariyên mirovî yên ji bo Sûriyê ku bi rêya karbidestekî dîplomatîk hatiye wergirtin, pesend kiriye. Di navbera Îsraîl û Sûriyê da têkiliyên dîplomatîk nînin û her du welatan çend caran şer kirine, lê ji bo alîkariya mirovî niha daxwaza şandina alîkariyên Îsraîl bo Sûriyê li gor ajansa AP hatiye pesend kirin.

07:55 7.2.2023

Peyamên Berpirsên Îraq Û Herêma Kurdistanê Bo Qurbaniyên Erdhejê

Ofîsa ragihandinê ya Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şîaa al-Sûdanî bi rêya twîtekê, helwesta li hember alîkariya ji bo qurbaniyên erdehja li Tirkiyê û Sûriyê ragihand û dibêje "di bin rêberiya serokwezîr de, Duşemê, Iraqê pireke esmanî ji bo Sûriyê û Tirkiyê vekir, ji bo şandina alîkariyên bilez, ku tê de alavên pizîşkî yên hawarçûnê, alîkariyên destpêkî, sitargeh, pêdiviyên alîkariyê, û derman û sotemeniyê pêk tê."

Peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Masrûr Barzanî

Masrûr Barzanî serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê erhejê di twîtekê de got "Ji bo alîkariya qurbaniyên erdhejê, min ferman daye saziyên hikûmetê, Wezareta Tendirustiyê û Saziya Xêrxwaziya Barzanî ku li gel Heyva Sor di xebatên alîkariyê de li Tirkiye û Sûriyê hemahengiyê bikin. Ji bo vê yekê 3 tîmên hawarçûnê û 25 ambûlans amade ne."

Peyama Serokê Parlemena Îraqê Muhammed Halbusî

Di hesaba xweya fermî ya twîterê de Al Halbusî dibêje "Em ji dil sersaxiyê û hevgirtinê ji qurbaniyên erdheja wêranker ya ku li herêmên Tirkiye û Sûriyê pêk hatiye re pêşkêş dikin û piştevaniya xwe bi her du gelên cîran re bo derbaskirina vê dema xemgîn radigihînin.
Bo miriyan rehm û lêborînê dixwazîn, ji bo kesûkarên qurabniyan jî sebir û aramê û ji nexweşan re jî şîfayê dixwazîn."

Pirtir bar ke

XS
SM
MD
LG