Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Qurbanîyên Erdheja Tirkîyê bi Domdarî Zêde Dibe

Tîmên rizgarkirinê bi sermaya dijwar re rûbirû man di pêşbaziyekê de li dijî demê ji bo dîtina kesên sax di bin avahiyên wêranbûyî de.

09:41 7.2.2023

Rêxistina Bijîşkên Bê Sînor ragihand ku karmendekî wê li parêzgeha Îdlib ya bakurê rojavayê Sûrîyê di encama erdhejê roja Duşemê de hatiye kuştin.

Rêxistinê dîyar kir ku karmendê wê li jêr xanîyekê wêranbûyî hate dîtin û da zanîn ku malbatên hin karmendên din jî di encama erdheja bihêz de jiyana xwe ji dest dane.

Dîmenek ji hewildanên rizgarkirina qurbanîyên erdhejê li parêzgeha Îdlib ya Sûrîyê.
Dîmenek ji hewildanên rizgarkirina qurbanîyên erdhejê li parêzgeha Îdlib ya Sûrîyê.

Sebastien Gay, serokê tîma Bijîşkên Bê Sînor li Sûrîyê, got ku em bi bandara vê karesatê li hezaran xelkê şok û xemgîn in, ku di nav wan de jî hevkarên me û malbatên wan hene.

Gay dîyar kir ku navendên saxlemîyê li bakurê Sûrîyê li jêr fişareke mezin kar dikin û karmendên saxlemîyê jî bê rawestan dixebitin, ji ber ku hejmara kesên birîndar pir e.

09:58 7.2.2023

Koreya Başûr dê tîmeke lêgerîn û rizgarkirinê ligel kelûpelên bijîşkî bişîne Tirkîyê da ku alîkarîyê di hewildanên rizgarkirina qurbanîyên erdhejê de bikin. Tîm ji 60 karmendan pêk tê.

Hikûmeta Koreya Başûr ragihand ku ew herwiha wekî destpêk 5 milyon dolar jibo alîkarîyê pêşkêşî Tirkîyê dike.

Berdevkê Wezareta Berevanî ya Koreya Başûr, Jeon Ha Gyu, got ku wezaret van planan ligel ajansên peywendîdar birêve dibe da ku firokeyeke leşkerî karmendên rizgarkirinê û alîkariyê bigihînin Tirkîyê.

11:15 7.2.2023

Hikûmeta Herêma Kurdistanê 25 ambulans û 38 doktor û karmendên saxlemîyê dişîne Tirkîyê da ku alîkariya birîndarên erdja roja Duşemê bikin.

Ji bilî wê jî, çend coreyên dermanan tên şandin.

Piştî erdheja ku başûrê Tirkîyê roja Duşemê qewimî, karbidestên hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihandin ku ew amade ne destê alîkarîyê dirêjî hikûmeta Tirkîyê di vê kareseta mirovî de bikin.

Li gor daneyên herî dawî yên hikûmeta Tirkîyê, 3,381 kes di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane.

12:34 7.2.2023

Li gor daneyên fermî, hejmara qurbanîyên erdheja ku roja Duşemê li Tirkîyê û Sûrîyê da bûye zêdetirî 5,000 kes.

Heta vê gavê jî tîmên rizgarkirinê li seranserê bajarên herdu welatan ku erdhej lê qewimî ye karê xwe yê lêgerîn û rizgarkirina sivîlan didomînin.

Pirtir bar ke

XS
SM
MD
LG