Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Qurbanîyên Erdheja Tirkîyê bi Domdarî Zêde Dibe

Tîmên rizgarkirinê bi sermaya dijwar re rûbirû man di pêşbaziyekê de li dijî demê ji bo dîtina kesên sax di bin avahiyên wêranbûyî de.

19:16 7.2.2023

Rêvebirîya Rewşên Awarte û Felaketê ya Tirkîyê (AFAD) ragihand ku di du erdhejên hêzdar de heta niha 3 hezar û 703 kes hatine kuştin.

AFAD da zanîn ku hejmara kesên birîndar jî 22 hezar û 286 e.

18:07 7.2.2023

Li gor ragihandina Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan hejmara giştî ya kuştîyên erdheja malwêran ya li Tirkîyê bûye 3 hezar û 549 û ya birîndaran jî giheştiye 22 hezar û 168 kesan.

Erdogan dîyar kir ku cihê şabûnê ye ku heta niha pirtir ji 8 hezar hemwelatî ji bin kavil û paşmayîyên avahîyên rûxandî, bi zindî hatine derxistin.

16:56 7.2.2023

Parlamanterê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) yê Semsûrê Yakup Taş, ku piştî erdhejê di bin kavilan de mabû, jîyana xwe ji dest da.

Serokê parlamana Tirkîyê Mustafa Şentop mirina Taş li ser medya civakî ragihand.

“Ez bi xemgînî hîn bûm ku parlamanterê AK Partî Yakup Taş, ku di bin kavilan de mabû, jîyana xwe ji dest daye. Ez d ji vekîlê me re û ji hemî hemwelatîyên me ku di vê felakatê de mirine re dilovanîya xwedê dixwazim û ji malbatên wan re sebir û sersaxî dixwazim.”

Hêjayî balkişandinê ye ku bajarê Semsûr di erhejên hêzdar de zîyaneke pir mezin dîtiye û di medyata civakî de gilî û gazinc blind dibin ku heta niha alîkarî neçûye wî bajarî.

15:12 7.2.2023

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Sêşemê got ku li herêmên bin bandora erdhej de rewşa awarte hatiye ragihandin.

Erdogan got ku li 10 bajarên ku erdhejên hêzdar çêbûne, sê meh rewşa tengavî hatiye ragihandin.

Wî da zanîn ku bi giştî 25 hezar û 693 xebatkarên AFAD'ê karê rizgarkirinê didomînin.

Pirtir bar ke

XS
SM
MD
LG