Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Qurbanîyên Erdheja Tirkîyê bi Domdarî Zêde Dibe

Tîmên rizgarkirinê bi sermaya dijwar re rûbirû man di pêşbaziyekê de li dijî demê ji bo dîtina kesên sax di bin avahiyên wêranbûyî de.

14:01 7.2.2023

Cîgirê Serokê Tirkîyê Fuat Oktay îro Sêşemê ragihand ku di encama erdhejên wêranker de heta niha 3432 kes hatine kuştin, 20 hezar û 534 kes jî birîndar bûne.

Altun da zanîn ku Firîngeha Edene bûye navenda lojîstîkî ya hewilên hawarçûn û rizgarkirinê.

Rêvebirîya Rewşên Awarte û Felaketê ya Tirkîyê (AFAD) ragihand ku 5 hezar 775 avahî hilweşîne û ji wan re agahî hatine ku bi giştî 11 hezar û 302 avahî wêran bûne.

13:21 7.2.2023

Rêvebirê Giştî yê Rêxistina Saxlamîya Cîhanê (WHO), Tedros Adhanom Ghebreyesus, ku niha pêşbaziyek bi demê re heye jibo rizgarkirina kesên ku hîn jî li jêr avahîyên wêranbûyî li Sûrîyê û Tirkîyê dimînin.

"Her ku deqeyek yan demjimêrek derbaz dibe, derfetên derxistina kesên rizgarbûyî kêm dibe," wî got.

"Lerizînên berdewam, rewşa xirab ya zivistanê, ziyana ku gihiştiye rîyan û jêderên elektrîkê û peywendîyê dibin rêgir li hember hewildanên lêgerîn û rizgarkirinê," karbidestê WHO dîyar kir.

Ghebreyesus herwiha da zanîn ku tîmên WHO li ser asta navxweyî, herêmî û cîhanê xebatên xwe yên alîkarîyê li Tirkîyê û Sûrîyê di vê karesta mirovî de didomînin.

12:34 7.2.2023

Li gor daneyên fermî, hejmara qurbanîyên erdheja ku roja Duşemê li Tirkîyê û Sûrîyê da bûye zêdetirî 5,000 kes.

Heta vê gavê jî tîmên rizgarkirinê li seranserê bajarên herdu welatan ku erdhej lê qewimî ye karê xwe yê lêgerîn û rizgarkirina sivîlan didomînin.

11:15 7.2.2023

Hikûmeta Herêma Kurdistanê 25 ambulans û 38 doktor û karmendên saxlemîyê dişîne Tirkîyê da ku alîkariya birîndarên erdja roja Duşemê bikin.

Ji bilî wê jî, çend coreyên dermanan tên şandin.

Piştî erdheja ku başûrê Tirkîyê roja Duşemê qewimî, karbidestên hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihandin ku ew amade ne destê alîkarîyê dirêjî hikûmeta Tirkîyê di vê kareseta mirovî de bikin.

Li gor daneyên herî dawî yên hikûmeta Tirkîyê, 3,381 kes di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane.

Pirtir bar ke

XS
SM
MD
LG