Tahîr Elçî parêzvanekî navdar yê mafê mirovan bû. Wî, sûcên wek kuştinên kiryarên wan nîdîyar, şewitandina gundan, ku dijî Kurdan hatibûn kirin biribû Dadgeha Mafê Mirovan û Tirkye ji wan tawanan gelek caran ceza xwaribû.
Lê, Elçî jî heft sal berê li Amedê dema ku behsa zîyana şer dikir û dixwest ku aştî çêbe, di nav pevçûnekê de hate kuştin.
Elçî, di salvegera heftan ya kuştina wî de ji alîyê malbat, heval û hezkirên wî li ber Mînara Çarlingî hate yad kirin.