Aysel Tugluk nêzî 6 sal in girtî ye û par tuşê nexweşîya Jibîrkirinê bû. Bêyî alîkarîya hevalê xwe ew nikare jiyana xwe ya rojane bidomîne.
Aysel Tukluk siasetvana Kurd demek dirêje di zîndanê da ye, berî salekê teşxîsa nexweşîna jibîrkirinê bi wê re hatbû dîtin. Fermandarê berê Çevîk Bîr jiber nexweşiyê hate Berdan lê Aysel Tugluk hê jî Girtî ye.
Sîyasetvana Kurd Aysel Tugluk nezî saleke berê bi nexweşîya demansê ketibû ku zêdetir ê 5 salane di zindanê de girtîye.
Kiliçdaroglu dibêje ku ew soza ronîkirina vê bûyerê bide û ger bibe desthilatdar wê kêşeyê çareser bike.
Erdal Kaya, şanogerek ji Batmanê ye û hunera xwe li wir didomîne. Ew di şano û skêcên komedî de rolên sereke lîstine.
Êrîşên ser sazî û cemxaneyên Alevîyan li Amedê bi daxuyanîyekê hat şermezar kirin
Êdî xwdiyê "Kebaba Cigerê"bajarê Amed/Diayrbekirî ye, piştî serlêdana Odeya Bazirganî û Pîşesazîya Amedê jibo ‘Kebaba Cîgerê’ û ‘Kebaba bi Perde ya cîgerê’ bikeve ser navê Diyarbekir, ev hat qebûlkirin.
Odeya Bazirganî û Pîşesazîya Amedê jibo ‘Kebaba Cîgerê’ û ‘Kebaba bi Perde ya Cîgerê’ di sala 2020’an da serdanê kir bi aramnca ku li ser Diyarbekir bê qeydkirin. Hate qebûlkirin û digel van herdû cureyan neha 48 xwarin, vexwarin, şêrînayî û tiştên cuda li ser navê Dîyarbekir tescîl bûne.
Zimanzan Zana Farqînî li Amedê beşdarî danasîna bernameya ‘Ferhenga Kurdî-Tirkî’ ya berfirehkirî bû. Farqînî ser rewşa zimanê Kurdî û zextên giran yên asîmîlasyonê jî xema xwe dîyar dike ku Kurdî êdî bûye zimanê kal û pîran û Kurdên ne xwendî.
Hejmarek ji welatiyên bajarê Amed/Diyarbekirê û aligirên HDPê êrîşa ser sivîlan li Zaxo - Îraqê şermezar kir, parlementera HDPê ya Amedê, dersîm Dag daxuyaniya li ser navê HDPê xweand. û polîsan ew dorpêç kirin.
Di roja yekê ya cejna qurbanê de malbat û kes û kartên qurbaniyên doza 'bikerên wan nediyar' û kesên wunda di çalakiya xwe ya 700ê de li ser navê doza Vedat Aydin li Amedê kombûn û daxwaza diyarkirina çarenivîsa sedan wundayiyan kirin.
Li Tirkîyê pêyvajoya rakirina parêzbendîya Hevseroka Giştî ya Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz destpê kir. Komisyona Dadê ya Parlementoya Tirk wê di 17’ê Tîrmehê de biryar bide û wê ji Civata Giştî re bo dengdanê were şandin. DBP li Amedê dijî biryarê daxuyanîyeke da.
Raya giştî vê dozê bi navê ‘’Doza JİTEM'ê ya Dargeçîtê (Kerboran) '' nas dike.
Şêx Saîd û hevalên wî, di salvegera darvekirina wan de li Amedê hatin bîranîn.
Lîsa Çalan derhênera sinemaya Kurd e ku ew yek ji qurbaniyên terora rêxitina DAİŞê ye.Di 5ê Hezîrana 2015an de di mîtînha HDPê ya Amedê de endamek DAİŞê du bombeyan li meydanê danî û paşê teqand. 5 kes mirin, 400 kes birîndar bûn, Lîsa’ya sînemager jî herdû lingên xwe birîndar bû.
Pirtir bar ke